Li Şirnexê bi tangan li taxan didin: Herî kêm 2 mirî û gelek birîndar hene

14:50

JINHA

ŞIRNEX - Hêzên dewletê êrîşî taxa Barbaros a Silopiyayê dikin. Di êrîşan de heya niha herî kêm 2 kesan jiyana xwe jidest dane û gelek birîndar hene. Di malekê de piraniya wan zarok 11 kes bê av asê mane. 13 kes jî bi îskenceyê girtin binçavan.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di roja 21'an de êrîş berdewam dike. Li Taxa Barbaros ji duh êvarî heya niha êrîş berdewam dike. Topbarana tangan û gulebarana wesayîtên zirxî ser taxê berdewam dike. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, polîsên tîmên tayîbet malek gulebaran kirin û welatiyê bi navê Yusuf ku paşnavê wî nehat zanîn qetilkirin. Welatiyê hatî qetilkirin, hevjîna wî jî giran birîndare. Her wiha hat zanîn ku bombaatarek bi serê jinek 35 salî ketiye û di encamê de jiyana xwe jidest daye.

Di dema êrîşên ser taxan de hat zanîn ku gelek welatî ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine girtin û birine meniyetê.

3 kes bi îskencê girtin binçavan

Li Kizêr welatiyên bi navê Hamza Arzuman, Hacı Okten û Kerem Ayan bi sîkencê ji aliyê polîsan ve li wesayîtên zirxî hatin siwarkirin û birin. Malbat ji jiyana her sê welatiyan bi gumanin.

11 kes bê av asê mane

Li aliyê dinê jî li Taxa Cudî li gel Ahmet Barkin piraniya wan zarok 11 kes bê av sê rojin li Yeşiltepe asê mane. Ahmet diyar kir ku ji ber bê aviyê zarok ji ser xwe diçin û got: "Em ji ber tangan reviyan, niha jî dê zarok ji bê aviyê bimirin."

(zt)