Jinên kurd ên berxwedanva girtîgeh vegerandine baxçeyê gulan

16:41

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Ev ne wêneyê çalakî û dawetane... Wêneyê ku di hewşa girtîgehê de hatî kişandine... Jinên berxwedanvan bi kincên xweyên netewi yên rengareng hewişa girtîgehê vegarandine baxçeyê gulan. Ji bo hemû jinan wiha dibêjin: "Di hindir de tenê bedan dîl tên girtin raman her dem azad dimînin..."


Li Tirkiyeyê her çiqas deshilatî bê guhertin jî her dem zilim, zordarî û bişaftina li ser gelê kurd berdawame. Di rastiya xwe de kurdên hene bi salane tuna esibandin, bi salane li hemberî polîtîqaya tundiyê serê xwe netewandine tekoşîna xwe berdewan dikin. Nabêjin ev jine, zaroke, yan jî ciwane hemû kurdan dixin girtîgehan, bi vî awayî kurd li hemberî gelek zordariyan ru bi ru mane. Bi salane jin dinava refên tevgera azadiya gelê kurd de cîhê xwe di pêş de digirin, berxwedaneke mezin dane nîşandan. Hêzên deshilat ên ku dixwazin berxwedana jinên kurd nîşan dane biçewisînin, jinên kurd di avêjin girtîgehan.


Di hewşa girtîgehê de baxçeyek ê gulan


Jinên ku di sed sala 21'emîn de bûne xwediyê nasnameya pêşengtinya tekoşînê, wêneyê ku di hewşa girtîgehê de kişandine li hemberî hişmendiya zordar her dem bi ken bersiv didin. Li hemberî hişmendiya ku sebeb çî dibe bila bibe "Tu kurdê" tên darezandin, "tekoşîna xwe di hindir de berdewam dikin" bivî awayî bersiv didin wan. Ev jinên berxwedanvan yên ku bi kincên xwe yên netewî yên rengareng hewşa girtîgehê vegerandine baxçê gulan ji bo hemû jinan wiha dibêjin: "Di hindir de tenê beden tên dîl girtin, raman her dem azad dimînin."


(zt)