ROJEVA 04'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:01
*Aysel Dogan ku ligel Sakîne Cansizê bi çîrokên qetlîama 38’an a Dêrsimê mezin bû Sakînê vedibêje: “Sakîne di kolanan de bi cih nedibû; her ku mezin dibû li Dêrsim û Kurdistanê belav bû. Sakîne wiha bû, ya ku her mezin dibû."
*Ji jinên ji Suriyê ketine ser rêya penaberiyê Hanan Mousseli. Hanan a ku li Şamê hatiye dinê û mezin bûye 3 birayên wê hene. Hîna ji birayek xwe agahî negirtiye. Hanan diyar kir ku Şam cihek pir çandiye, her kes ji çandên cuda re rêzdarin.
*Parlamentera HDP'ê Wanê Bedîa Ozgokçe terora dewletê ya li ser gelê kurd û dorpêça heremê nirxandin kir û got ku li Tirkiyê hişmendiya desthîlatdariyê heye û gelê kurd li hemberî hişmendiya takekesiyê têdikoşe.
*Cadiyên Kampusê bi diruşma 'Jinên şideta mêran rawestînin di parastina cewherî denin' dest bi perwerda parastina cewherî kirine gotin: "Parastina cewherî ziman û çalakiyên di jina azad de îsrarkirine."
*Aktîvîsta KJA Çîgdem Goksoy diyar kir ku kapîtalizm aboriya xwe xudî dike û wiha got, "Aboriya komînal tenê bi reng, hizir û kêfxweşiya jin wê bi rêxistin bibe. Di nava aboriyê de jin dikarin xwerêveberin înşa bikin û tevahî civak azad bikin."
* Fermandara YJA-Star a Şengalê Berfin Nurhak diyar kir ku di sala nû de wê ji bo hemû gelên di Rojhilata Navîn de dijîn, jinan, baweriyan, mesheban û azadiya mirovan tekoşîna xwe berdewam bikin û got: "Li kuderê çeteyek hebe em li wê ne."
