Cenazeyê Melek a li Surê hatî qetilkirin defin kirin
11:29
Çile
4
/ 2016
JINHA
XERPÊT - Cenazê Melek Alpaydin a ku li Surê di topbaranê de hatî qetilkirin li Xerpêtê hat veşartin.
Cenazê Melek Alpaydin a ku di êrîşên roja 33'an ser navçeya Sura Amedê de li Kolana Çuçuk Aktar a Taxa îskenderpaşa yê dema li gel zarokên xwe xwarina taştê dixwar di topbaranê de hatî qetilkirin hat veşartin. Cenazê Melek a ku ji ber êrîşan li mala xizmek xwe bicîh bûyî û di topbaranê de jiyan xwe jidest dayî duh bi şev ji Morga Goristana Yenikoyê hat girtin. Li ser daxwaza dayîk û bavê wê cenazê Melek birin Xerpêtê û li Goristana Navendê ya Asirî hat definkirin.
(zt)
