Libendêmayîna gelê Hezexê berdewam dike
15:38
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê ku destur nehat dayîn Hevserokên HDP û DBP'ê bikevin, gel li kolanan agir pêxistin û sekna xwe didomînin.
Koma ku xwest li dijî êrîşên dewletê tevli berxwedana Sîlopî û Cizîrê bibin hatin Hezexê hatin astengkirin û destur nehat dayîn ku bikevin navçeyê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen yuksekdag û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî di nav de li ber astengkirinê daxuyanî dan çapemeniyê û vegeriya Midyadê.
Welatiyên ku li benda meşvanan bûn û serê sibehê li Parka Aştî kom bûn rastî êrîşa hêzên dewletê hatin. Ligel êrîş û pevçûnên demeke dirêj berdewam kir jî gel li kolanan berxwedana xwe berdewam dike. Bi agirê ku li kolanan hatiye pêxistin ve êrîşan şermezar dikin. Li navçeyê rageşî didome û gel li dora agir kom bûne û sekna xwe didomînin.
(zt)
