Pirtûkxaneya Mehmed Uzun ji bo arşîvekî fireh xizmet dike
15:22
Gulşen Koçuk / JINHA
AMED – Pirtûkxaneya Mehmed Uzun a ku ji aliyê Midûrê Çand û Turizmê ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê ve hatiye vekirin, hefteyê 6 rojan bi arşîvekî fireh xizmeta pirtûkhezan dike. Pirtûkxane bi beşên xwendinê û 40 hezar pirtûkan ji bo xwendekaran û her kesê dibe alîkar. Yek ji berpirsa Pirtûkxaneya Mehmed Uzun Hulya Daniş diyar kir ku jin eleqeyeke mezin nîşanî pirtûkxanê didin, di pirtûkxanê de girêdayî hemû beşanê weke felsefe, civaknasî, dîrok, wêje, bi gelek beş û herêmên dinê ve girêdayî pirtûk hene.
Li gorî agahiyên di lêkolîn û kolandinan de hatine bidestxistin, tê diyar kirin ku dîroka pirtûkxaneyan di gihêje heta B.Z 2400 salan. Li gorî lêkolînên ku hatine bi destxistin pirtûkxaneya herî kevin a binavê Pirtûkxaneya Nînova ku ji aliyê deshilatê dewleta Asuran Asurbanipal ve B.Z di salên 625 an de hatiye ava kirin. Di şeran de pirtûkxane bûne hedefa êrîşên dijberan. Hêzên ku pirtûkxane hedef nîşan dane xwestine bi vê yekê dîroka gelan tune bikin. Cardin yên ku xwestine kelepçeyan li pirtûk û pirtûkxaneyan bixin hene. Pirtûkxane demboriya dîroka gelan digihîne pêşerojê. Di vê wateyê de di sala 2007'ân de li Amedê ji aliyê Midûrê Çand û Turîzmê yê Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê ve Pirtûkxaneya Mehmed Uzun hat vekirin û ji bo xwendekaran arşîveke fireh çêkirinye. Pirtûkxane bi 40 pirtûkan û heftiyê 6 rojan ji saet 08.00-17.00'an ji dîdaran re vekiriye.
Ji 40 hezar pirtûkan, 10 hezar bi kurdîne
Midûrê Pirtûkxaneya Mehmed Uzun a ku girêdayî Midûryeta Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê xebatên xwe dimeşîne Xelîl Taşkiran da zanîn ku pirtûkxaneya wan ya ku di sala 2007'an de di bin sêwana Şaredariya bajarê Mezin ê Amedê de hate vekirin. Li gorî pêdiviya bajêr ya bi pirtûkxaneyan û daxwazan pirtûkxaneya wan hatiye vekirin. Xelîl dsetnîşan kir ku di pirtûkxaneya wan de nêzî 40 hezar pirtûk hene. Xelîl diyar kir ku piraniya dîdarên wan yên tên pirtûkxaneyê xwendekarên ku amadekariyên zanîngehê dikin, ji bo sudê ji çavkaniyan bigirin tên li gel wan. Xelîl da zanîn ku weke dinê jî piraniya dîdarên wan ciwanin û dîdarên wan pirtûkên ku dixwazin jî piranî di derbarê kurd û Kurdistanê de nin, ji bo naskirinê dixwazin bixwînin. Xelîl destnîşan kir ku di pirtûkxaneya wan de ji 40 hezar pirtûkan 10 hezar pirtûk kurdîne û wan pirtûkên Mehmed Uzun jî rakirine arşîvê.
Bi rêgeza endambûnê girtina pirtûkan
Xelîl diyar kir ku ji derveyî pirtûkên kurdî û tirkî, pirtûkên Almanî, İsveçî û İnglizî jî hene. Xelîl da zanîn ku di nava heftiyê de ji derveyî roja yekşemê hemû rojan ji saet 08.00-17.00'an vekiriye. Xelîl destnîşan kir ku di nava vî demê hatî diyar kirin de ew hewil didin ku bi hemû didaran re mijûl bibin û li gorî daxwazên wan pêre bibin alîkar. Xelîl bal kişand li ser rêgeza endambûna pirtûkxanê û got: "Yên ku dixwazin ji pirtûkxaneya me pirtûkan bigirin di despêkê de divê bibe endamê me. Em pirtûkên xwe di nava demeke diyarkirî 15 rojan didin û yên ku dixwazan dem dirêj bikin dikarin li ser înternetê me agahdar bikin û hefteyek dinê dirêj bikin." Xelîl destnîşan kir ku heta niha hejmara endamên wan gihiştine 3 hezar û 500 kesan, di nava mehekê de nêzî 500 pirtûkên wan ji aliyê endaman ve tên girtin.
'Jin û ciwan nêzîkatiyak baş li dîroka Kurdistanê dikin'
Yek ji berpirsa Pirtûkxaneya Mehmed Uzun Hulya Daniş ev 4 mehe di pirtûkxaneyê de dixebite. Hulya diyar kir ku li Amedê ji aliyê rêveberiya herêmî ve pirtûkxaneya wan ya yekê ye hatî vekirin û dîdarên ku tên pirtûkxaneya wan jî bi xezmeta wan dilxweş dibin. Hulya da zanîn ku jin eleqeyek mezin nîşanî pirtûkxaneya wan didin. Hulya destnîşan kir ku ji bo xwepêşxistinê jin û ciwan zêdetir pirtûkên li ser dîroka kurdan dixwazin. Hulya diyar kir ku di pirtûkxaneya wan de pirtûkên felsefe, civaknasî, dîrok, wêje û girêdayî gelek beşên dinê hene. Hulya da zanîn ku li Amedê pirsgirêka nebûna pirtûkxaneyan heye û got: "Bi taybetî rêveberiyên herêmî di vî aliyî de tiştinan bikin dê baş be." Di mejiyê xwendekaran de piranî "bi ruyên eşqê û deshilatiyê" bi cîh dikin ji ber wê jî xwendekar bi tirs nêzî xwe dibin û got: "Lê dema ku xwendekar tên li gel me, nêzîkatiyên me dibînin hinek rehet dibin. Heger em bikarin alîkariya wan bikin, em pir kêfxweşin."
Banga ji bo jinan
Xebatkarek dinê ya ku ev 5 sale di Pirtûkxaneya Mehmed Uzun de dixebite Nevîn Altindag di aliyê parastina pirtûkan de axivî. Nevîn diyar kir ku ew dema pirtûkan didin endamên xwe di heman demê de wan pirtûkan digirin bin qeydê, heta cardin pirtûk li wan vedigerin. Nevîn da zanîn ku malbatên Kaya Miştakan,Vedat Turkali û Mehmed Uzun pirtûkên wan pêşkêşî pirtûkxaneya wan kirine û ewan jî pirtûkên Kaya Miştakan, Vedat Turkali û Mehmed Uzun girtine arşîvê, bi armanca lêkolînan cihê taybet ji bo wan amade kirine. Nevîn destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka cîh ew pir pirtûkan naxwazin. Di dawiyê de Nevîn diyar kir ku ji derveyî bajêr û derveyî welat dîdarên wan tên û daxwaza wan ewe ku jin jî zu zu serdana wan bikin.
(zt)

