Bêyî 'Dayîka Cesaret' 12 sal...
15:27
Bêrîtan Elyakut / JINHA
AMED – Ya ku di tevahî jiyana xwe de li hemberî binpêkirinên mafên mirovan bi sekna xwe mirin jî daye ber çavên xwe ji her kesê re bûye mînak Ayşenûr Zarakolu... Di 12'mîn salvegera mirina wê de parêzer Reyhan Yalçindag ew weke 'Dayîka Cesaret' binav kir û got: "Ew jineke avêtin girtîgehan bê deng nebû, di îskencan de li ber xwe da. Bi gelek sal di girtîgehê de mayînê ew tehdîd dikirin, di derbarê wê de bi dehan dosiye vedikirin, lê ew tenê saniye yekê ji sekin û lêgera xwe ya heqîqetê ne dihat xwarê. Di vî welatî de Ayşenur jineke ku hemû xetên dewletê yên sor aniye xwarê. Bi çend hevoka ew anîna ziman na gengaze. Ji ber Ayşenur pêvajoyeke."
Ayşenur Zarakolu di nava yekitiya çapemeniya cîhanê de hêjayê "Xelata Weşana Azad" hat dîtin, xwediyê belgeya weşanê û parêzvana mafê mirovan, bi nexweşya qanserê çavên xwe li jiyanê girt. "Di cîhanê de di nava 50 jinên cesur de" di hat hejmartin. Her çende ku ev 12 salin 'Dayîka Cesaret' ne dinava medeye jî hêj jî di nava jinan de bi hişmendiya xwe ya tekoşer tê nas kirin. Piraniya temenê wê di dadgehên dewletê (DGM)'ê de derbas bûye. Dema ku qanser girtî û li ser doşega mirinê jî ji ber biryara kom kirin pirtûka binavê "Pontos kulturu" ji bo îfade girtinê gazî kirinê. Ayşenur di pêvajoya polîtîqayên herî nedemokratîk de jî karî bibe nimûneya hemû jinan. Di Çengê Ciwanan ê Partiya Ketkar a Tirkiye yê (TİP), Sendîqayên Kar û Rê de, di Quluba Federesyona Fikir (FKF) de pêşengî kiriye. Di Ansikilopediyan de li ser şareşan û dijberê şoreşan gelek nivîs nivîsandiye. Ayşenur di Rojnameya Demokratîk de li ser karkeran nivîs dinvîsî û di heman demê de jî aktîvîsta Komeleya Mafê Mirovan (İHD) ê bû.
'Ayşenur ji bo hemû jinan çavkaniya marolê bû'
Yek ji hevala Ayşenur ya ku di 28'ê çileya 2002'an de ji ber nexweşiya qanserê jiyana xwe ji dest dayî Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemir bi salan herduyan bi hev re kar kirine, Reyhan salên wê yên xebatê nerxand. Reyhan diyar kir ku Ayşenur di herêmê de yek ji jinên ku mohra xwe li demê xistî bû. Reyhan da zanîn ku li tirkiyeyê di pêvajoya herî nedemokratîk de Ayşenur rê nîşanî jinan dida û ji bo hemû jinan bûbû çavkaniya moralê û got: "Ji ber sekna wê ya li hemberî zordar û polîtîqavanên demê me hemûyan jêre digot Dayîka Cesaret."
'Ayşenur di nava jinên cîhanê yên herî bi cesaret de bû'
Parêzer Reyhan bibîr xist ku di wê demê de li gorî anketek ya weşanên Evrupa Ayşenur "Di cîhanê de di nava 50 jinên bi cesaret de" cîh digire. Reyhan diyar kir ku Ayşenur yek ji kesên ku baş dizanî kesayeta pêşketî û azadiya ramanê bixebitîne. Reyhan destnîşan kir ku Ayşenur ji bo gelek jinan bûye rênîşander û got: "Ayşenur ji bo gelek jinan bûye rênîşander. Ji ber azadiya ramanê diparast, jin bûna wê û xebatên wê yên di herêmên Mafên Mirovan de xwediyê nasnameyek pir alî bû. Di girtîgehan de li hemberî hemû awayên îskenceyan serî netewandiye. Têkiliya wê ya bi zarokên wê re jî wiha bû. Ewê bi zarokên xwe ve di nava tekoşîna azadiyê de cîh girtibûn. Ewê tucarî zarokên xwe ji derve negirtin. Ayşenur ji modela dayîkan ya niha modelek cûda bû. Zarokên wê jêre digotin Ayşe. Ew jinekî cudabû. Ew girtin girtîgehê bêdeng nebû, di îskenceyan de li ber xwe dida. Bi gelek sal di girtîgehê de mayînê dihat tehdît kirin, bi dehan dosye li ser wê vekirin lê tenê sanyeyekê jî ji berxwedan û sekna xwe ya cesaret nehat xwar. Ayşenur jina ku di vî welatî de xetên sor yên dewletê daxistiye. Bi çend hevokan ew anîna ser ziman ne gengaze."
'Her ku çu Ayşenur bû pêşenga jinan'
Reyhan da zanîn ku Ayşenur ji ber sekin û cesareta xwe ya bêhempa gelek caran rastî tehdîdên mirinê hatiye. Reyhan destnîşan kir ku Ayşenur û aktivista İHD'ê Eren Keskîn gelek caran ji mirinê xelas bûne û got: "Heger Ayşenur demdirêj di girtîgehê de nemabana dibe ku bi guleyekî kore ewê zu jiyana xwe ji dest dabana. Ji xwe wenda kirina Ayşenur her dem ji bo me zu wenda kirine. Reyhan diyar kir ku di oxirkirina dawiyê ya Ayşenur de ji bo jinan mîras hiştiye û got: "Darbesta Ayşenur me parêzerên jin ên İHD'ê rakir. Mînakên vê di berê de nîne. Her dem mêr darbestan radikin. Me destur ne dan ku mêr darbesta wê rakin. Hema bi bertekekê me jinan darbesta wê rakir. Ev ne wesiyeta wê bû, lê jinek evqas di tekoşîna jinan de ked daye me xwest em darbesta wê rakir. Ew berteka me bû sedema jinên ku ji aliyê rêgeza deshilat a mêran ve têne qetli kirin jin darbesta wan radikin. Ayşenur di oxira xwe ya dawiyê de jî pêşengî ji bo jinan kir.
'Dewletê li hem ber navê Ayşenur Zarakolu temul nekir'
Reyhan da zanîn ku di vê jinên ciwan tekoşîna Ayşenur baş bixwînin û hemû jin jiyana wê ya ku ji bo jinan roleke giring lîstî û di tekoşîna jinan de bi cesareta xwe tê nas kirin bizanin û got: "Em pir şanazin ku me Ayşenur nas kir. Li keda me ked zêde kir. Ji bo nifşên piştî me ne nas kirina wê kêmaniyek mezine. Ji ber wê ez çiqas bêjim her dem kêmanî dimîne. Dewlet ewqas bi çavên dijminane û bi hêrs nêzî jinên tekoşer dinbin, dema jiyana xwe ji dest jî didin hêj pistiwa wan bernadin." Reyhan destnîşan kir ku di sala 2008'an de parqa ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ve hatî çêkirin navê Ayşenur lê bê danin, lê dewletê ev ne pejirand. Reyhan diyar kir ku ew qirêjiya binhişiya dewletê doz li şaredariyê vekirin, doz ji aliyê şêwirmendiyê ve hat pejirandin û navê Ayşenur ji tabeleyê hat derxistin.
'Navê wê têra tirsandina dewletê dike'
Reyhan destnîşan kir ku ji ber Ayşenur jinak pir bi hêz bû di nava bajarê Amedê de li ser tebele ya parqekê navê wê dewletê ditirsîne û got: "Ayşenur Zarakolu navek wihaye bi cesaret, berxwedan û biriyarbûna xwe ya paye bilind tê nasîn ... Dewlet ji ber vî navî di nava tirsek mezin dene. Heger em bi giştî lê binêrin Ayşenur tekoşînek ya jinane û tekoşîna jinan bi ser xistiye. Piştî mirinê jî navên me dewletê ditirsîne ev tiştekî kêm nîne." Reyhan diyar kir ku li Tirkiye yê ji rêgeza hevserokatiyê heta di hemû navendên siyasî de cîh bûna jinan pêvajo bi tekoşîna jinan ber bi pêş diçe û got: "Ji partiyên siyasî heta rêxistinên civaki yên sivîl, jinan jiyana alternatîf, helberîna alternatîf, kooparatîfên jinan û heta navendên jiyana azad di van hemû yan de dîrokek ya keda jinan heye. Divê ev tucarî neyê ji bîr kirin."
'Qirkirina Parîsê despêkek ya jêbirina binhişiyê bû'
Reyhan diyar kir ku di cîhanê de yekem Ajansa Jinan a Nûçeyan (JINHA) mîrasa jinên weke Ayşenur tekoşerin û got: "JINHA, berhema keda Ayşenur Zarakolu û jinên mîna wê xwedî ked, berxwedan, di salonên dadgehan de xwediyê seknên berxwedanvan yên nayên bawerkirinin. Li hemberî îskencekaran berxwedana wan, ji qatîlan ne ditirsan û di dawiyê de dîrokek ya ji jinên mîna Ayşenur hatî ava kirin li ser vê axê derketiye." Reyhan bal kişand li ser qetil kirina 3 jinên siyasetmendarên kurd li Parisê ji aliyê hişmendiya deshilatdar ve û got: "Bi hedef girtina 3 nifşên jinan bixin bin axêde, li wê nûnera 3 nifşanên jinan ji bo nav û keda wan ji binhişiya jinan sîl bikin despêkek bû. Bêrîtan, Leyla Qasim, Ayşenur navên wihane. Di heman demê de dema ku em qala van jinan dikîn, divê em bi hişmendiyekî mezin qal bikin."
(zt)

