ROJEVA 05'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Endama Rêveberiya Rêxistina Yekîtiya Star Gûlîxan Tahîr bi armanca rasthatina salvegera komkujiya Parîsê de nirxandin kir. Gûlîxan got, "Qetilkirina hersê jinên siyasetmedar û şoreşger têkoşîna me bi hêztir dike li hember dagirkeriya desthilatdariyê. Heya ku bûyer neyê rûnî kirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û bi tevahî cîhanê em ê bidin bihîstandin.
* Jinên ciwan ên Colemergê 3'mîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi tund şermezar kirin û bilêv kirin ku heya jin hebin dê di şopa jinên şoreşger de bimeşin.
* Xwendekarê Zanîngeha Dokuz Îlonê yê Beşa Kîmya Îsa Oran, berî du salan dev ji xwendinê berda û li pay xeyalê xwe ket. Îsa di Berxwedana Gezî de û tevahî çalakiyên ciwanan de li pêş bû, hevalên wî derbarê jiyanê wî de peyivîn û wiha gotin, "Em cenazeyê hevalê xwe dixwazin. Ev mafê me yê herî raweye."
*Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yıldırım diyar kir ku divê li hemberî êrîşên ser kurdan berdewam dike hemû civak bihev re dengê xwe bilind bike û got, "Dema ku civak bêdeng dimîne divê bê pirsîn wijdan, îmana û ehlaqê we li kuye? Gelo mirovbûn û nirxê mirovan parastin evqas erzane? Ji bo wê jî divê li hemberî vê hovîtiyê zêdetir deng bê derxistin."
*Girêdayî qirkirina Parîsê girtiyên PAJK'ê daxuyanî da û gotin: "Ên ku dixwestin bi qirkirina Parisê nasnameya jina azad tine bikin, bila baş zanibin, pêşengên me çawan li ber xwe dan û serî ne tewan din emê jî li ber xwe bidin û serî netewînin."
*Girtiyên jinên Girtîgeha Karataşa Edenê bi rêya nameyekê dan zanîn ku du hevalên wan ên ji Girtîgeha Rihayê anîne gel wan rastî îskenceya zayendî hatine.
*Li Cizîrê hemû berfê hemû gir girtine, çiyayên Cudî û Gabarê bi heybet û sipîne. Berxwedêrên 23 rojin di berxwedanê denin dibin bombabaranê de ketin sala nû. Li Cizîra ku bi çavê dijminan li zarokên hîna nehatine dinê dinêrin Sibela 17 salî bang li bêdengan kir.
