Bila Ozgur û Lorîn di girtîgehan de mezin nebin!

16:28

 


Tekoşîn TEKİN/JINHA


ÊLIH - Xebatkara NÇM'ê Mulkiya Demir Kilinç ya ku li Stenbol berhemên nivîskarên navdar belav dikir, 2 sal û mehek cezayê ku jêre hatî dayîn ji aliyê darazê ve hat erê kirin. Dayîka 2 zarokên cêwî yên 2 mehi yên bi navê Ozgur û Lorîn Mulkiye dê 19'ê gulanê bikeve girtîgehê. Endamên Platforma Jinan a Êlihê nerazîbûn nîşanî bûyerê dan û diyar kirin ku wan ji bo "Ozgur û Lorîn di girtîgehan de mezin nebin" dest bi qempanye ya îmzayan kirin û banga tevlîbûnê kirin.


Xebatkara Navenda Çanda Mezopotamya NÇM'ê ya Stanbolê Mulkiye Demir Kilinç ya ku berhemên nivîskarên navdar yên weke Nazim Hikmet, Elif Şafak, Turgenyev û Faucault difirot. Di 16'ê mijdara 2011'an de hat binçav kirin û derxistin pêşberî dadgeriyê. Bi hinceta "alîkariya Rêxistinê Kiriye" 2 sal û mehek ceza danê. Di 20'ê Adara 2013'an de ji aliyê darazê ve hat erê kirin. Di 19'ê gulanê de dê dayîka 2 zarokên cêwî yên 2 mehî yên bi navê Ozgur û Lorîn dê bikeve girtîgehê. Platforma Jinan a Êlihê nerazîbûn nîşanî bûyera ku Mulkiye Demir Kilinç ya dayîka 2 zarokên cêwiye û dê bi her 2 zarokên xwe ve bikeve girtîgehê dan û qempanye ya "Bila Ozgur û Lorîn di girtîgehê de mezin nebin" dan despê kirin.


Banga ji bo tevlîbûna qampanya yê 


Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jinan a Selisê ya ku dibiniya Şaredariya Êlihê de xebatên xwe didomînin Nefise Akil girêdayî qampanye yê agahî dan û got: "Dayîkek ji ber pirtûk firotiye weke ku qaçaxçîtî kiriye tê darezandin û bi 2 zarokên xwe yên cêwî ve dê bikeve girtîgehê. Li Qilabanê 34 can ji ber qaçaxçîtî kiribûn hatin qetil kirin. Di welatek xwediyê normên demokratîk de bedelên qaçaxvaniyê divê ne evbin." Nefise diyar kir ku cezayê ku hatiye dayîn aqil nagire û got: "Li girtîgehê cihek wiha nîne ku Ozgur û Lorîn têde çarlepan jî biçin. Dê rojê nebînin. Cihê wan ne girtîgihe. Raya giştî çawa dayîka Lorînê ji girtîgehê derxistin, em jî dê piştevaniyê kom bikin û ji bo Ozgur, Lorîn û dayîka xwe nekevin girtîgehê emê bibin astentg. Divê dayîkên zarokên weke Lorîn û Ozgur ji ber pirtûk firotinê nekevin girtîgihan. Bi piştevaniya miliyonan emê bidin rawestan din. Emê bi xwe guherînan çê bikin. Ji kerema xwe re piştevaniya me bikin."


Yên ku dixwazin piştevaniya qampanyayê bikin dikarin xwe bigihînin navnîşana http://www.change.org/tr .


(zt)