Malbatên ji bo girtina cenazeyên xwe ketine gireva birçîbûnê tên tacîz kirin

11:57

JINHA

AMED - Malbatên ku ji bo girtina cenazeyê zarokên xwe İsa Oran, Mesut Seviktek û Ramazan Ogut ên li Surê hatine qetilkirin 4 rojin li ÎHD'ê di gireva birçîbûnê denin şeva dinê ji aliyê kesên nasnama wan nehat zanîn ve hatin tacîz kirin.

Li navçeya Sura Amedê di roja 35'an de dorpêç û êrîş berdewam dikin. Cenazê İsa Oran û Mesut Seviktek ên di 23'ê yê kanûnê de hatine qetilkirin û yê Ramazan Ogut ê 16 salî hîna li kolanêne. Ji bo girtina cenazeyan 4 rojin malbat li Şaxa ÎHD'a Amedê di gireva birçîbûnê denin. Bi şev malbatên di girevê de hatin tacîz kirin. Li gorî agahiyên hatin girtin di saet 03.00'ê şevê de deriyê ÎHD'ê bi dehan caran lêket, lê malbatan derî venekirin.

Meta Ramazan Ogut Zara Baran diyar kir ku ew ji aliyê kesên nasnama wan nediyar lê diyarin ku kine ve hatine tacîz kirin û wiha got: "Derengiya şevê kesên ne nas hatin li derî xistin û çun. Em dizanin li piş deriyan kî hene. Ew ên zarokên me qetilkirine. Bi vî awayî dixwazin me bitirsînin. Heya em cenazê xwe negirin emê gireva xwe ya birçîbûnê berdewam bikin. Ew nikarin bi vî şêweyî me bitirsînin."

Çalakiya gireva birçîbûnê ya malbatan bi ziyaretan berdewam dike.

(zt)