Berxwedana gelê Şirnexê didome: Zarokek birîndar bû
15:00
JINHA
ŞIRNEX - Berxwedana gelê Şirnexê ya li hemberî êrîşên tevkujiyê û rakirina 2 cenazeyan berdewam dike. Di encama êrîşan de zarokek 16 salî birîndar bû.
Şevê din li Şirnexê di encama êrîşên tevkujiyê yên dewleta tirk de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Li hemberî êrîşan hêzên YPS'ê jî bersiv dan û pevçûn heta serê sibê berdewam kiribû. Cenazeyê hemwelatiyênn jiyana xwe ji dest dayîn, hêj li Taxa Dîcle tên rawestandin. Hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî kesên nêzîk cenazeyan dibin guleban dikin.
Gel bersiv da
Ligel hemû êrîşan, gelê şirnexê bi armanca rakirina cenazeyan di seatên sibê de daket kolanan û hewil dan biçe cenazeyan bigire. Lê piştî demek kin a meşa girseyê dewleta tirk êrîşê hemwelatiyan kir. Dewletê di êrîşa li hemberî gel de bombeyên gazê, guleyên rast û ava şid bikar anî. Li hemberî vê yekê gel bi dar û beran bersiv da êrîşkirana.
Zarokek birîndar bû
Di encama êrîşên dewletê yên ji serê sibê heta niha de zarokek 16 salî birîndar bû. Zarok ji hêla hemwelatiyan ve rakirin nexweşxaneyê. Ligel hemû êrîşan jî hemwelatî cardin berhev dibin û ji bo rakirina cenazeyan ber bi Taxa Dîcleyê ve dimeşin. Girse dirûşmeya, "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kirin.
Li aliyê din bi boneya gulebarankirina trafoyan li hind taxên bajar ceyran tune ye.
(ekîb/eb/rc)
