îlankirina rêveberiya Kantona Kobanê dest pê kir

10:36

 


KOBANÊ– Civîna Meclîsa Qanûnsaziyê ya Demî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê ku dê rêveberî bê eşkerekirin, dest pê kir.


Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi beşdariya hemû endamên Meclîsa Qanûnsaziyê saet di 09.00’an de dest pê kir. Di civînê de Serokê Meclîsa Qanûnsaziyê Nîhad Ehmed axaftina vekirinê kir û xêrhatine mêvanan kir. Piştre deqeyek rêz hate girtin Hevserokên Meclîsa Qanûnsaziyê Nihad Ehmed û Fewziye Ehmed axivîn.


Piştre Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim hat ser dikê û navên serokên desteyên rêveberiyê (wezîr) xwendin. Wezîrên ku navên wan hatin xwendin jî yek bi yek derketin ser dike û piştre ji aliyê meclîsê ve hatin erêkirin.


Civîn bi sûndxwarinê didome.


(pk)