Li Silopiyê nûçegihanê DÎHA yê jî di navê de 37 kes hatin binçavkirin
17:17
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiyê 37 kesên ku di nav de nûçegihanê DÎHA yê Nedîm Oruç jî heye hatin binçavkirin.
Li navçeya Sîlopiya Şirnexê êrîşên hêzên dewletê di roja 23'yemîn de ye. Hêzên dewletê yên nekarîn berxwedana gel bişikênin gel bi zorê koçber dikin. Li taxa Şehîd Harun gelek kesên ku bi zorê ji malên xwe hatin derxistin anîn slona sporê ya Yenîşehîrê. Piştî kontrola GBT'ê di nav de nûçegihanê DÎHA yê Nedîm Oruç jî heyî 37 kes hatin binçavkirin. Zêdetirî 20 kesên ku duh hatibûn binçavkirin jî hate hinbûn ku derxistine Edliyeya Sîlopiyayê.
Nehat hînbûn ku 37 kesên hatin binçavkirin bi ku de birine.
(ekîb/zt)
