ROJEVA 06'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Ji ber polîtîkayê înkar û îmha ên dewleta Tirk gelek welatî neçar man di salên borî de ji Kurdistanê koçî bajarên cûda ên Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê bikin. Yek ji wan Mûnevver Karataş a ji Nisêbînê ye. Mûnevver got, "Me bi berxwedana xwe êrîş û hovîtiya dewleta Tirk têk bir. Kurd êdî ne Kurdên berê ne, li hember zilm û hovîtiyê wê serê xwe netewîne."

*Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derbarê komkujiya Parîsê ya sê jinên şoreşger ji ajansa me re axivîn û wiha gotin, "Em hêz û berxwedaniya xwe ji dîroka xwe û têkoşîna Sarayan digirin."

*Jinên ku têkoşîna Sakîne, Fîdan û Leyla yên ku li Parîsê hatin qetilkirin mîrasa girtin, sê salin ji bo komkujî were ronî kirin li qadanin. Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Nursel Kiliç diyar ku heta qetlîam were ronî kirin ew ê li qadan bin û wiha got: “Em jin û gelê kurd bi berxwedan û sekna Sakîneyan heta roja îro hatin û em ê bi vê berxwedan û sekna Sakîneyan ber bi serkeftinê ve bimeşin.”

*Jinên elewiyên 7 rojin di gireva birçîbûnê denin gotin: "Em li gel daxwazên kurdan ên mafdar û rewanin û her kesê vedixwînin xwedîderketina berxwedanê. Bi salane rondikên çavên dayîkan tevlî bedena zarokên wan ên bi xwîn dibin. Lê niha ew dayîk jî tên qetilkirin. Divê kes li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Gireva birçîbûnê jî lingek tekoşînêye. Îro gireva birçîbûnêye. Sibê emê biçin piş barîkatan bi wan jinan re hevdîtinê bikin."

*Li hember êrîş û komkujiya çeteyên DAIŞ'ê salê borî di 5'ê Çileyê de YPJ-Şengal avabûna xwe îlan kir. YPJ-Şengal bi soza têkoşîna rizgarkirina tevahî jinên hatî dîlgirtin avabûna xwe îlan kir û bang li tevahî jinên Êzidî hat kirin ku tevî hêzên YPJ-Şengal bibin.

*Emîne û Melîha ên ku xûşka hevin û li Dîlokê dijîn, bi salane bê sîgorta ji şefaqê heya şev tenê bi 26 lîreyan sîr diçînin. Melîha û Emîne berî ku rojavabibe dikevin rê û her demsalek li bajarek din di nava zeviyan de jiyana xwe diborînin.