Ajoker û parastvanê Bekîr Kaya hatin binçavkirin

10:03

JINHA

WAN - Polîsan di ser mala ajoker û parastvanê Hevşarêdarê Bajarê Mazin a Wanê Bekir Kaya, degirtin û wan xistin binçavan.

Di saetên serê sibehê de polîsan bi maşineyên zirxî di ser mala ajoker Abdurrahman Abî û parastvan Muslum Aslan ên dixizmeta Hevşaredarê Bajarê Mazin a Wanê Bekîr Kaya, de girtin û wan girtin binçavan. Ajokar Abdurahman û parastvan Muslum bê hincet bi zorê ji mal hatin derxistin û bi maşineya zirxî hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku Abdurrahman û Muslum ji bo îfadeyê birin Mîduriyeta Polîsan a Wanê û îfadeya wan berdewam dike.

(hk/ho/rc)