Bi nasnameya perwerdevan, hunermend û tekoşer ber bi rêveberiyê ve

17:03

 


Ruken Çelik-Sarya Gozuoglu/JINHA


MÊRSİN - Namzetên Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê, Toros û Tarsus ji bo hilbijartinên herêmî yên ku di 30'ê Adarê de li tevahiya Tirkiye yê pêk bên amadekarî dikin. Jinên ku xwediyê nasnameya perwerde û hunerê diyar kirin ku dê ji bo rêveberiyên herêmî hişmendiyek nû ava bikin û gotin: "Em bi biryarin, bi bawerîne emê xwe bi xwe birêve bibin."


Di çarçoveya hilbijartinên herêmi yên di 30'ê Adarê de dê pêk bên namzetên hevşaredaran yên navend û navçeyên Mêrsînê lez dan xebatên xwe. Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) û Meclisa Jinên BDP'ê di çarçoveya dexwiyannameya jinan ya xebatên hilbijartnên herêmî de hevşaredaran diyar kirî bûn dê di xeta demokratîk, ekolajîk û azadiya jinan dê xebatên xwe bidomînin. Jinan da zanîn ku di Şaredariyên Tirkiye û herêmê de dê rengê xwe yê jinan bidin nîşandan. Bi pergala hevserokatiyê di şaredariyên Mêrsînê de jinan bi rengên xwe dest bi xebatên helbijartinê kirin. Namzetên hevşaredariyan yên Mêrsînê armanc kirine bê ferq û cudahiya nasnameyên natewî û olî, bixebitn û her wiha navendên hevbeş ên jiyana jinan çêbikin.


'Emê li Mêrsînê bibin dengê nasnameyên cuda'


Namzeta Hevşaredariya navçeya Torosan a Mêrsînê Emîne Kocadag diyar kir ku li navçeya Torosan girseyek pir mezin ya BDP'ê heye. Emîne da zanîn ku ew dixwazin hevgirtinek ya elewî, turkmen, kurd û ereban çêkin û got: "Bila Mêrsîn ji bo tevayiya Tirkiye yê şopekî biçuk bihêle. Navçeya Torosan di hindirê Mêrsînê de cihekî wihaye. Ji ber vê sedemê me di hilbijartinan de armanc kiriye em nasnameyên cuda tevlî bikin. Hilbijartinên 2014'an hem ji bo me, hem jî ji bo BDP'ê dê bibe miladek." Emîne destnîşan kir ku her helbijartinên herêmî hejmara şaredariyan zêde dibe û ev jî siyasetê hêj zêdetir bihêz dike. Emîne diyar kir ku ev saleke pêvajoya çareseriyê despê kiriye, ji bo pêjde birina pêvajoya çareseriyê divê ji netewên cuda jî tevlî rêveberiyên herêmî bibin.


'Azadiya civakê bi azadiya zayendî çê dibe'


Emîne da zanîn ku gel bi xwe xwe tevlî bikin, ew dê siyaseteke şafaf û demokratîk bi rêve bibin û got: "Weke rêxistin cihên ku herî siyaseta me têde runiştî rêveberiyên herêmîne." Emîne destnîşan kir ku ji partiyên dinê ferqa wan ji nêzîkatiyên kes navenda her tiştî dîtinê qetyayî, dê gel xwediyê însiyatîf bin û xwestekên gel li ber çavan bên girtin. Emîne diyar kir ku dê hişmendiya nasname, reng û keda jinan derxin zanabûnê ava bikin û got: "Emê bi hişmendiya azadiya civakê bi azadiya navbera cinsan bingeh bigirin. Di rêveberiyên herêmî de emê hevbeşiyê derbazî jiyanê bikin."


'Emê bi xwe xwe bi rêve bibin'


Namzeta Hevşaredariya Partiya Demoktatîka Gelan (HDP) a Tarsus ê Seher Peşmer jî diyar kir ku weke kedkara kedê di nava girseya demokratîk de xebat kiriye, dê ji niha û pêde di nava rêveberiyên herêmî de jî ji bo xebateke rast di şaredariyê de bikin. Seher da zanîn ku ew bi duruşma 'Emê xwe bi xwe bi rêve bibin' ketine rê û got: "Dê navendên me yên gel, kolan, jin û zarokan çêbibin, em şaredariyekî tevlîbûnê dixwazin." Seher destnîşan kir ku bi taybetî ewê hewil bidin ku di şaredariyê de jin xwediyê mafê gotinê be. Seher diyar kir ku dê xebatên hevserokatiyê bi sazimaniyeke şêwirmendiya jinan têkela HDP'ê û ciwanan birêve bibin. Seher da zanîn ku girêdayî jinan pirojeyên wan hene, taybetî jî herêmên ku jinên kurd koçber dijîn, ji bo çand û zimanê wan  ji nû ve bên jiyîn dê derfet jêre bên avakirin.


'Bêyî ku tevîneka wê bê xirakirin baş kirin û xweşik kirina wê pêwîste'


Di van demên dawiyê de di rojevê de "Pirojeyên Vegera li Bajaran" cîh girtiye. Seher destnîşan kir ku dê bi cîh anîna daxwazên gel bixebitin û got: "Hişmendiya TOKİ yan ya ku bi navê vegera li bajaran gel dixin qotiyan. Bêyî ku tevîneka taxan xira bibe, bê bişaftin, divê bên baş û xweşik kirin. Nimûne malên tenuran tiştekî jênegere. Em dixwazan navendên wiha ava bikin ku bêyî zarok bên bişaftin bikarin bi zimanê xwe bi peyîvin, têde bikarin huner û werzîşa xwe bikin." Seher bal kişand li ser rewşa jinên ku di malên sitargehan de dimînin. Seher diyar kir ku jinên ku di malên sitargihan de dimînin kêm li wan tên nêrîn. Seher da zanîn ku girêdayî pirsgirêkên malên sitargehan dê weke rêveberiyên herêmî li ser rawestin û heta di wê mijarê de projeyên wê bi xwe jî hene.


'Jin xwediyê hêza herî mezin ya ava kirina şoreşêne'


Seher destnîşan kir ku pêdiviya jinan bi malên sitargehan nîne, jin xwediyê hêza herî mezin ya avakirin şoreşêne. Seher diyar kir ku nimuneya herî bingehîn jî şoreşa jinên Rojavane. Seher da zanîn ku li Tarsus ê natewên cuda bi hev re dijîn û got: "Emê bi duruşma biratiya gelen tevbigerin. Li Tarsus ê emê bi hevgirtina gelan hînî wekheviya welatiyan bibin." Seher destnîşan kir ku emê şaredariya pir zimanî bingeh bigirin. Seher diyar kir ku ew bi pergala hevserokatiyê bawer dike, dê berdewam bike û got: "Em bi biryarin, bi bawerîne, emê xwe bi xwe bi rêve bibin."


'Jinên hunermend divê di nava siyasetê de cîh bigirin'


Namzeta Hevşaredariya HDP'ê ya Bajarê Mezin ê Mêrsînê Sîbel Yigitekin diyar kir ku dê weke hunermend hunera xwe derbasî rêveberiyên herêmî bike. Sîbel da zanîn ku divê bi taybetî jinên hunermend li siyasetê xwedî derkevin û pêşde bibin. Sîbel destnîşan kir ku xebatên wê yên belgeselên cuda hene, niha filîmek kin dikêşe û got: "Ji bo siyaset li ser bingeheke rast bê danîn pêdivî bi hunerê heye." Sîbel diyar kir ku ew bi modela jinên ciwan yên hunermend tevbigerin dê bikarin sazumaniyek qayîm ava bikin.


'Mirovên ku mişextî bûne hatine rewşa bişaftineke vekirî'


Sîbel diyar kir ku ji ber li Mêrsînê mirovên penaber bûne pir lê kom bûne polîtkqayek ya bişaftinê cidî li ser tê meşandin û got: "Li hemberî van polîtîqayên bişaftinê rêveberiyên herêmî weke model ava kirin, ji mijara netewî zêdetir siyaste kirin giring. Sîbel da zanîn ku bi valekirina gundan herî zêde jinan ziyan dîtine û got: "Jin sîstema mêrane ya deshilatdar hêj zêdetir hîs dikin. Jinan li gundên xwe jiyanekî hêj rehetir diborandin. Niha di bajaran de ketine nava qaliban. Jin di nava van qaliban de nikarin rehet bi çand û zimanê xwe bijîn û rolên ku digirin jî xwe dibin tundiyê de dibînin. Piştî bişaftinan mirov di bînayan de têne girtin û mirov tê rewşa makanîzmayek bişaftina vekirî."


'Hunerên Şaredariyê di nava saziyên nav bajêr danin'


Sîbel destnîşan kir ku Şaredariya Akdenizê tenê ji bo kurdan nîne. Sîbel diyar kir ku sebebek ya bingehîn tê zanîn Şaredariya Akdenizê ji bo Romanan hatiye çêkirin jî Parqa Romanê ye. Sîbel da zanîn ku Şaredariya Akdenizê dê di aliyê hunerê de gavên ber bi pêş bi avêje. Sîbel destnîşan kir ku di mijara hunerê de ji bo hemû derdor û çandên cuda projeyên wan yên cidî hene. Sîbel diyar kir ku têgihek durî şaredariyê nîne û got: "Ev sazî saziya ku hunermendên şaredariyê xwe têde bînin ziman û xebatên xwe bikaribin bi bajêr re parva bikin."


(zt)