Li Cizîrê polîsan zarokê 12 salî qetilkirin

11:39

JINHA

ŞIRNEX - Li taxa Cûdî ya Cizîrê ji ber êrîşan welatiyên ku mecbûr man ji malên xwe derkevin tîmên taybet malbatek gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de Bişeng Goran a 12 salî hate qetilkirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku êrîşên hêzên dewletê kete roja 24'emîn tîmên taybet êrîşên xwe yên li dijî gel didomînin. Li taxa Cûdiyê welatiyên ku ji ber topebaranê mecbûr man ji malên xwe derkevin hatin gulebaran kirin. Tîmên taybet malbata Bişeng a ku bi alên spî ji mala xwe derdiketin gulebaran kirin. Di encama gulebarana tîmên taybet de Bişeng Goran a 12 salî hate qetilkirin. Malbatê zaroka birîndar rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê lê zarokê li vir jiyana xwe ji dest da.

Bi qetilkirina Bişeng re li Cizîrê hejmara kesên ku di 24 rojan de hatin qetilkirin bû 32.

(zt)