Cenazê ciwanê qetilkirin şandin Silopiya
11:46
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyê ciwanê ku bi endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir û Aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar ve hate qetilkirin lê nasnameya wî hêj nehat diyarkirin û temenê wî derûdora 20 salî de ye piştî otopsiyê careke din ji Şirnexê şandin Sîlopiyê.
Cenazeyên endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir û Aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar ên ku li Sîlopiyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin piştî 2 rojan hatin teşhîskirin û otopsî hatin kirin . Cenazeyê ciwanê ku bi wan re hate qetilkirin lê nasnameya wî hêj nehatiye diyarkirin ê temenê wî derûdora 20 salî ye piştî otopsiyê careke din şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê.
Cenazeyên her 3 jinan jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ye.
(zt)
