Piştî 12 rojan nû cenazê Hasan Sanir girtin

14:27

JINHA

ŞIRNEX - Cenazê Mele Hasan Sanir (75) ê ku di 25'ê kanûnê de li Silopiyê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin ji ber êrîşan piştî 12 rojan ji mala ku lê ye hate girtin.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê, di 25'ê kanûnê de li Taxa Nurê Mele Hasan Sanir dema ji bo erzaq bigire derket qata duyemîn a mala xwe, ji aliyê tîmên taybet ve hatibû qetilkirin. Cenazê Hasan ev 12 roj in ji ber êrîşên hêzên dewletê li malê dihate rawestandin. Piştî 12 rojan cenazê Hasan ji malê hate girtin û bi ambulansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya yê.

Hate zanîn ku ji bo karên otopsiyê dê cenazê bibin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

(zt)