Cenazê Bişenga 12 salî şandin Şirnexê

15:11

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyê Bişeng Goran a 12 salî ya li navçeya Cizîrê dema ku bi malbata xwe re ji ber bombebaranê ji malê derket hate qetilkirin şandin Şirnexê.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku terora dewletê kete roja 24'emîn ji ber bombebarana hêzên dewletê malbata Goran a ji mala xwe derket hate gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Bişeng Goran a 12 salî ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin. Cenazeyê Bişeng Goran ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

(zt)