YRA: Bila Tirkiye hevriyên me yên rojnamevan serbest berde
16:44
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - YRA ya Rojava êrîş, binçavkirin û girtinên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad ên bakurê Kurdistanê şeremazer kir û bang li rêxistin, yekîtî sendîkayên rojnamegeran ên cihanê kir xwest li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û helwestê nîşan bidin.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) a Rojava bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad ên li bakurê Kurdistanê şermezar kir. Di daxuyaniya YRA'yê de hate gotin ku piştî hilbijartinên 1'ê Mijdara 2015'an ên li Tirkiyeyê, dewleta tirk li dijî gelê kurd ê li bakurê Kurdistanê dest bi êrîşan kir, bi hezaran leşker bi çekên giran bajar dorpêç kirin û bêyî cudahî êrîşî zarok, jin kal û pîran hatin qetilkirin.
Di ber dewaya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di demên dawî de hêzên Tirkiyeyê êrîşên xwe girantir kirin û dest bi topabaran kirina bajaran kir. Rojnamevanên azad ku dixwazin van pêkanînan derxînin pêşberî raya gîştî jî digirin û êrîşî wan dikin. Herî dawî nûçegihana ajansa jinê JINHA'yê Rojda Oguz, nûçegihanê DIHA'yê Nedîm Orûc û kamêrevanê Kurdsat News Baran Ok dîl girtin. Li ber wê jî li beramberî hemû binpêkirinên li wir tên kirin dezgehên çapemeniyê yên cîhanî û herêmî û bi taybet hinên kurdî jî bêdeng disekinin. Em di Yekîtiya Ragihandina Azad de polîtîkayên şîdetê yên dewleta Tirk li ser gelê me yê bakurê Kurdistanê ferz dike û bi taybet binçavkirinên bêser û ber ji rojnamevan û nûçegihanên azad ên li bakurê Kurdistanê dixe bitin, bi tundî şermezar dikin."
YRA'yê bang li tevahî yekîtî û sendîkayên çapemeniyê yê herêmî û navnetewî dikin ku bêdeng nemînin û li hemberî êrîşên dewletê yên li ser rojnamevan û nûçegihanan xwedî helwest bin. Di dawiya daxuyaniyê de YRA'yê xwest ku dewleta tirk demildest hersê rojnamevan Rojda Oguz, Nedîm Orûc û Baran Ok serbest berdin.
(rc)
