Bi awayek pilankirî qetlkirina 'şoqa ceyranê pêk hat!

11:52

 


Sarya Gozuoglu - Bêrîtan Elyakut / JINHA


AMED - Li Amedê Mubarek Turan a ku piştî zarok nanyî dunya yê rojekê jî aliyê hevserê xwe Veysî Turan ve bi şoqa ceyranê jiyana xwe ji dest da. Qatîl Veysî Turan her çiqas bi hinceta "Cinan xwest ez bikujim" jî lê bi pilan kirî hatiye kirin. Girêdayî mijarê xwişka Mubarek Evîn Saz diyar kir ku berî bûyerê Veysî Turan demekê bi ceyranê re mijul bûye.


Mubarek Turan ya ku di 24'ê çîle roja înê li navçeya Peyasê ya Amedê hevserê wê ceyran dayê û qetil kirî. Mubarek Turan ya ku jî aliyê hevserê xwe Veysî Turan ve hatî qetil kirin beriya bûyerê rojekê zarok aniye dunyayê. Piştî bûyerê hevserê wê jî aliyê polîsan ve hat girtin û bi gotinên weke "Cinan xwest ez bikujim" îfade da. Veysî berî ku hevsera xwe Mubarek bikuje rojekê li hevsera xwe geriyaye û diyar kiriye ku pirîzên mala wan hemû xirabûyîne dîvê bên tehmîr kirin. Li gorî otopsiya Saziya Tiba Edli di bûyerê de Mubarek li ber xwe nedaye û dema di xewê de bûyer pêk hatiye. Xwişka Mubarek Evîn Saz diyar kir ku bûyer bi pilan kirî pêk hatiye.


Malbata gumanbar wenda bû


 Bûyer di saet 02.00'an de pêk hatiye. Xwişka Mubarek Turan Evîn Saz da zanîn ku birayê Veysi Turan Mehmed Turan di saet 06.00'an de ji wan re telefon kiriye, rewşa Mubarek dipirse, ji bo bizane xebera malbatê ji bûyerê heye yan na. Evîn destnîşan kir ku paşê jî kesek biyanî li wan geriyaye û got: "Kesek biyanî li me geriya û bûyer vegot. Em carekî dinê ne gihan wê hejmarê. Paşê tiyê xwişka min Mehmed ji min re mesacek şand û got: 'Birayê min hevsera xwe kuşt.'" Evîn diyar kir ku piştî bûyerê keça xwişka min ya 4 salî Arjîn girtine û çone lê zaroka wê ya 2 rojî di malê de bi tenê hêlane. Evîn da zanîn ku dema polîs hatin cihê bûyerê zaroka 2 rojî girtin û birin dan saziya parastinê. Evîn destnîşan kir ku ji bo zarokê ji saziya parastinê bigire dest bi serlêdanan kiriye.


'Piştî nîqaşên bi cemaetê re bi xwişka min re ne di peyîvî'


 Evîn diyar kir ku tiyê xwişka wê Mubarek Mehmed Turan ji xwşika wê nefret dikir. Evîn da zanîn ku şeva ku xwişka wê hatî qetil kirin di nava malbata Veysî de nîqaşên mezin derketin, dibe ku kuştina xwişka wê peywendî bi wê nîqaşê re hebe û got: "Malbata zavayê me herdem ji ber pirsgirêkên aborî bi xwişka min re şer dikirin. Mehek berê 4 bazinên zêr ji xwişka min girtin. Ji xwe her dem ji xwişka min pere dixwestnin." Evîn destnîşan kir ku gumanbarê qetil kirina xwişka min zu zu diçu malên cemaetciyan û tevlî nîqaşên wan dibû. Dema ji wan nîqaşên cemaetê vedigeriya du rojan bi xwişka min re ne di axivî. Evîn diyar kir ku bi taybetî piştî ku birayê wê Mahmud Saz tevlî refên PKK'ê bûye û piştre ji aliyê malbata Turan ya AKP yî ve tundiya li ser xwişka wê zêde bûye.


'Şartêlên ku pêwîst bû biketana ceyran dan!'


Li gorî hat îdia kirin ku dema ceyran dane Mubarekê şartêlên ku divê bi ketibana ne ketin. Xwişkên Mubarek ê diyar kirin ku tu pirsgirêkên Veysî yên derunî nebûn û berî bûyerê rojekê jî bi ceyranê re mijul bû û dibe ku wê demê amade kariyê cînayetê dikir. Xwişkên Mubarekê dan zanîn ku ji bo xwişka wan qetil bikin li bendê mane heta we û zarokên xwe dirazin. Xwişkên Mubarekê destnîşan kirin ku li ser bûyerê îfadeya ku Veysî dayî "Cinan kiriye" ev tê wateya veşartin û ne zelal kirin bûyerê. Evîn diyar kir ku Malbata gumanbar hêj agahiya bûyerê ne dane mala xwe vale kirine tiştên xwe kom kirine û çune û got: "Heger têkiliya malbatê bi bûyerê re nebana xwişka min bê xwedî ne di hiştin û ne diçun."


'Min di hindirê xwe de pistepistek dibihîst'


Dema ku qatîl Veysî Turan derxistn dadgehê di îfadeya xwe de wiha got:


"Carnan hinek pirsgirêkên me yên malbatî çê dibin, lê tu pirsgirêkên me yên cidî yên malbatî nîne. Girêdayî hevsera min mesela namusê nîne. Dema ku hevsera min zarok naniyî dunyayê xesiya min wana hatin li gel me. Piştî we çun ez, hevsera xwe û herdu zarokên xwe em bi tenê man. Paşê hevsera min raza, carnan radibû ji bo mêjandina zaroka xwe. Ew demek bû min di hindirê xwe de pistepistek dibihîst. Yekê ji min re tuştek digot. Lê çî digot niha nayê bîra min. Tu pirsgirêkên min yên derunî nîne. Lê carnan di hindirê xwe de tiştina hîs dikim. Ez bawerim cin tiştinan ji min re dibêjin. Di cinayetê de min lepikê ku ceyran nagire bi kar anî, uçli pirîz û tirnevîde berî bûyerê min bi roj kirîn. Ev tişt min bi îradeya xwe ne girtin. Yekê ez bi rê dixistim. Ez qala mirovan nakim. Tu hevkarên min yên suc nîne.


Girtina lepikê îzole jî pistepista manewî goti bû?


Beriya bûyerê bi roj uçli pirîza ku min girtî bi tirnevîdê min serê wê vekir. Min uçli pirîz xiste fîşê. Serê pirîzê yê vekirî min li çep û rastê ruyê hevdera xwe ya razayî xist. Di wê navberê de lepikê ku ceyranê derbas nake li destê min bû. Min bi destê xwe devê hevsera xwe girt. Dema ku min dît bê tevger ma ez li birayê xwe yê li qata pişt me dima geriyam. Dema ku birayê min hat li hevsera min nêrî got miriye. Tu hevalên min yên suc nîne. Ez ji kirinên xwe poşmanim. Ez dixwazim cezayê min rast bê tesbît kirin."


 


(zt)