ROJEVA 07'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên Mêrdînê destnîşan kirin ku li Kurdistanê konsepta şer di dewrê de ye û anîn ziman ku qetilkirina jin, zarok û ciwanan bi aweyek hovane wîjdan dixe nava zehmetiyan de û gotin gelê Kurd van pêkanînan heq nakin.

* Endamên TTB û SES'ê li dijî qedexeya derketina kolanan û astengkirina kedkarên tendûristiyê yê dermankirina welatiyên birîndar nobeta ku dane despêkirin di roja 14'an de didome. Hevseroka Şaxa SES'ê yê Amedê Selma Atabay yê ku ji roja despêk tevlî çalakiya nobetê bûye wiha got, "Polîsên dewletê û leşker wê gel qetil bikin û dixwazin em li hember vê bêdeng bibin."

*Gireva birçîbûnê ya endamên Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) ji bo rawestandina êrîşên ser Kurdistanê dayîn despêkirin berdewam dike. Jinên ku li Tuzlayê ketine gireva birçîbûnê diyarkirin ku heya dorpêça ser bajaran berdewam bike ewê gireva xwe ya birçîbûnê berdewam bikin û gotin: "Ji qirkirinan zêdetir a herî erjeng bêdengiye. Divê ev bêdengî bê şikandin."

*Revama ya ji Îsveç ya û Lila ya Kanadali yên ku tevlî YPJ'ê bûne û li Kobanê hember çetenên DAIŞ'ê şer dikin Sakine Cansiz vegotin û diyar kirin ku ew gelek ji sekin, jiyan, berxwedan û tekoşîna wê ya ji bo jinan bandor bûne.

*Tendûrê bin erd yê ku li herêma Serhatê wek çandeke, ligel tehlûkeya şewatê jin cardin nanê xwe dibrêjin. Ji ber tendûrê her sal li herêmê bi dehan jin dema ku nan dibrêjin dikevin tendûrê û ji dişewitê birîndar dibin ango jiyana xwe ji dest didin. Jin bi çi zehmetî wî nanî tîne ser sofrê ji aliyê mêr ve pir zêde nayê zanîn, lê divê li hember tehlûkeya tendûrê ji bo jinan tedbîr werin wergirtin.

*Endama YPS'ê Nisêbîn Nalîn Mêrdîn diyar kir ku YPS'ê di qadê rêxistinbûna gel de nûye û got, "Herî dawî li Silopî 3'ê jinên siyasetmevan hatin qetil kirin. Ev tê wateya ku dervî rêxistinbûn tu rêyek din nîne. Ne ji çeka di destê jinan de ji rêxistinbûnê ditirsin. Tevahî cîhan di ferqa rola pêşengiya jinaye, ji ber vê yekê jina kurd tên qetil kirin. Dervî rêxistinbûnê rêyek din nîne."