‘Em dixwazin di xweseriyê sîstema hevserokatiyê pêş bixin’
16:36
JİNHA
QAMIŞLO- Endama Dîwana Meclîsa Qanûnsaziyê ya Demî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Perwîn Mehemed destnîşan kir ku bi îlankirina rêveberiya xweseriya demokratîk re jinan destkeftiyên mezin bidest xistine û ew dixwazin di pêşerojê de sîstema hevserokatiyê jî bidin qebûlkirin. Perwîn Mehemed her wiha got ku ew dixwazin van destkeftiyan di makezagonê de mîsoger bikin.
Endama Dîwana Meclîsa Qanûnsaziyê ya Demî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Perwîn Mehemed derbarê îlankirina rêvebireya xweser û destkeftiyên jinan ên di vê mijarê de ji ANHA’yê re axivî. Perwîr Mehemed destnîşan kir ku di hemû astên avakirina rêveberiyê de jinan roleke çalak lîstiye, ev jî ji bo mîsogerkirina netewa demokratîk û ji nû ve avakirina civakê gaveke erênî ye. Perwîn Mehemed anî ziman ku ev hemû bi pêşengiya jinê pêk hatine, ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye.
‘Jin bi nasnameya xwe tevlî rêveberiyê dibe’
Perwîr Mehemed diyar kir ku jinan di avakirina xweseriya demokratîk de roleke gelekî girîng lîstiye û nehiştine ku rêjeya wan ji sedî 40 dakeve. Perwîn Mehemed wiha dom kir: “Ev yek jî di xala 67’an a Hevpeymana Civakî de hate mîsogerkirin. Jin bi nasnameya xwe tevlî rêveberiyê dibe û wê karên xwe yên siyasî pêk bînin. Îlankirina rêveberiyê pêwîstiyeke dîrokî bû. Ji ber ku herêm di valahiyek siyasî re derbas dibû.”Perwîr Mehemed bal kişand ku îlankirina rêveberiyê rastî kampanyaya YJA’yê ya bi slogana “Bi jina azad re ber mi netewa demokratîk ve” hatiye destpêkirin hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî di wateyekê de temamkirina kampanyayê ye. Ji ber ku yek ji armancên kampanyayê pêşxistina jinan a di warê siyasî, aborî û civakî de ye. Destkeftiyên ku jinan di vê projeyê de bidest xistine, encamên têkoşîna wan e. Jinan di rêveberiya xweser de serokatiya 4 desteyan bidest xistine.”
‘kampanyaya YJA’yê wê têkoşîna jinan xurt bike’
Perwîn Mehemed anî ziman ku fikra netewa demokratîk ku jinan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye, rê li ber vekiriye ku jin di kampanyaya YJA de pir çalak bin û di warê siyasî, civakî, rêxistinî û aborî de pêşengiyê bikin.Perwîn Mehemed got ku bi saya van destkeftiyan jin dixwazin mafên xwe di mekazagona giştî de jî mîsoger bikin û wiha dom kir: “Berdewamkirina kampanyaya YJA’yê wê têkoşîna jinan xurt bike. Şoreş hîn di gavên yekemîn de ye. Lewre gavên mezin ji jinan tên xwestin. Di vê çarçoveyê de em dixwazin sîstema hevserokatiyê bidin qebûlkirin. Her wiha jinan têxin nava siyasete.”
(pk)

