Li Dêrikê ji duh ve 7 kes hatin binçavkirin

10:58

JINHA

MÊRDÎN - Li Dêrikê şevê din di encama serdagirtinên kargehan de 3 welatî hatin binçavkirin.

Li navçeya Dêrika Mêrdînê duh di encama serdagirtinên malan de 4 welatî hatibûn binçavkin. Di seatên êvarê de jî hêzên dewletê ser kargehan de girtin û welatiyên bi navên Salîh Durgut, Abidîn Dolek û Alaattîn Taşçi girtin binçavan. Ji duh heta niha li navçeyê 7 kes hatin binçavkirin.

Welatiyên sedema binçavkirina wan nehat zanîn, li Midûriyeta Polîsan a Dêrikê tên girtin.

(ekîb/zt)