'Emê meclisa xwe ji gelên kurd, tirk û ereban ava bikin'
16:40
Sarya Gozuoglu - Ruken Çelik / JINHA
MERSİN - Li Mêrsînê Namzetên Hevşaredarên BDP'ê yên Akdeniz û Yenîşehir ên jin girêdayî helbijartinên herêmî pirojeyên xwe parve kirin. Jinan diyar kirin ku dê li Mêrsînê pergaleke azad û ekolojîk ava bikin. Namzetên jin da zanîn ku ji ber gelek koçber li Mêrsînê dijîn ew dê îmza bavêjin binê gelek pirojeyên girêdayî koçberan û dê meclisa xwe ya şaredariyê ji gelê kurd, tirk û ereb ava bikin.
Ji hilbijartinên herêmî yên ku dê li tevahiya Tirkiyê û herêmê di 30 Adarê de çê bibin demeke kin ma. Di dema diyar kirina namzetên hevşaredariyan de di nava partiyên siyasî de BDP'e bi pergala xwe ya hevserokatiyê bû partiya herî zêde namzetên hevşaredarên jin têde cîh girtî. Bi pergala hevserokatiyê di rêveberiyên herêmî de bi pejirandina nûneriya wekhev BDP'ê bi diyarkirina namzetên xwe yên navend û navçeya û projeyên xwe yên bi hişmendiya şaredariyan a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan starta xebatên xwe yên hilbijartinan bi raya giştî re parve kirin. Namzetên Jin dan zanîn ku wan aramc kirine rengê jinan ji herêmî ber bi giştî ve ji bo hişmendiyek nû ya jiyanê bi xebitin. Namzetên jin destnîşan kirin ku ew weke BDP'e dê binesaziya têkela Mêrsînê li ber çavan bigirin û bi wî awayî pirojeyên xwe amade bikin. Namzetên jinên BDP'ê yên Mêrsînê dixwazin li Mêrsînê bajarê jinan çêkin.
'Emê pergala demokratîk, ekolojîk, zayendî û azadîxwaz ava bikin'
Namzeta Havşaredariya Akdenizê ya Mêrsînê Yuksel Mutlu diyar kir ku siyaset ji herêmî ber bi rêveberiya cewherî ve zemîna herî mezine û got: "Em cidahiya dinavbera polîtîqaya navendî û polîtîqaya herêmî de dibînîn. Îro polîtîqaya navendî, muhafezekar, nijadperest, bi senteza islama tirk siyasetê dikin. BDP'e xebatên xwe yên herêmî bi gel re dikin. Gel bi rêxistin dike, komun, meclisên herêmî, jinan û bajaran ava dikin." Yuksel da zanîn ku ew xebatên xwe di aliyê demokratîk, azadiya zayendî û ekolojîk bi ava kirina meclisan dê pêş bixin. Yuksel destnîşan kir ku girêdayî xebatên wan ji bo rêveberiyên herêmî hêj zêde bi hêz bibin ew di nava xebatan denin.
'Bi rêveberiya cewherî ber bi nasnameya azad ve'
Yuksel diyar kir ku wan weke Şaredariya Akdenizê bi duruşma 'Bi rêveberiya cewherî ber bi nasnameya azad ve' dest bi xebatên xwe kirine. Yuksel da zanîn ku dê di herêmê de li hemû taxan û gundan pergala demokratîk ava bikin û jiyana demokratîk bilind bikin û got: "Li gorî paradîgmaya siyasî tevgerîn ji bo rêveberiyên herêmî pir giringe. Em weke partî dixwazin sekneke ehlaqî û polîtîk nîşan bidin. Armanca me ewe herêmên demokratîk bînîn rewşa çandê. Ji ber niha li hemberî hişmendiya dewleta-netew kurd û di heman demê de hemû gelên ku hatine perçiqandin îtirazên wan hene. Em jî dixwain van îtirazan hemûyan bînîn bahev û bikin hêzek rast. Emê weke partî bi tevlîbûneke şefaf û paradigmayek ya gelan tevlî hilbijartinên herêmî bibin. Em dizanîn ku dîrok bi tekoşîna gelên perçiqandî dagirtiye û îro tekoşîna em didin jî ew tekoşîne."
'Siyaseta kurdan hemû cudahiyan li cihekê kom dike'
Yuksel da zanîn ku dê weke şaredariya Akdenizê ji bo jinan navenda şêwirmendiyê û malên sitargihan bi xebitin û got: "Şidet gerduniye. Ev malên ku mêr bi îdeolojiya xwe bêyî ku cudahiyê bixin di nava jinan de bi her awayî şidetê dikin." Yuksel destnîşan kir ku tevgera gelê kurd dixwaze van cudahiyan li cihekî kom bikin û got: "Li Rojava 3 kanton hene, serkeftinek heye. Di bin herêma xweser ya Rojava de cara yekê suryanî bûn xwedî maf. Li Tirkiye yê Akdeniz mînaka vê ye."
'Em dipirsin hun Akdenizek çawa dixwazin'
Yuksel diyar kir ku dê mînaka jiyana rast nîşan bidin û got: "Pergala hevserokatiyê tenê hişmendiya serokatiyê nîne, di heman demê de dê hişmendiya rêveberiya şaredariyê jî biguhere. Emê li gel saziyên weke TSK, Odeyên Qenaetê, rêxistinên jinan û odeyên pîşeyan ên li Mêrsînê xebatên xwe bi rêve dibin yên pergala rêveberiya nû di ecibînin û gelek saziyên dinê bi hev re runin û biryar bidin. Ez weke Namzetek ya Mêrsînê ji welatiyên Mêrsînê di pirsim 'Hun Akdenizek çawan dixwazin, di nava 5 salaln de xwestekên we yên dem kurt û dem dirêj çîne, emê çawan bi rêve bibin?' Heger projeyên weletiyan hene bila bînin em bi hev re projeyan amade bikin."
'Li Mêrsînê dê bajarê jinan çê bibe'
Yuksel diyar kir ku rawestandina şidetê pir zore, lê ji bo kêm kirina şidetê û demokratîk kirina mêran weke jin dê li ser vê mijarê projeyan derxînin. Yuksel da zanîn ku li Mêrsînê ji bo çêkirina bajarê jinan ew amade kariyan dikin û got: "Şidet li gorî ku li her derê heye li vê derê jî gerduniye. Jinek ereb û jinek kurd şideta ku dijîn hemane. Li vêderê emê polîtîqaya jinan ava bikin, jinên cuda tevlî bikin û bi hev re azadiyê armanc bikin." Yuksel destnîşan kir ku ne tenê ji bo jinan herwiha ji bo ciwanan, zarokan, pîran û berastengan şaredariyek ku xizmeta van hemûyan bike û hemû kes xwe rehet têde bîne ziman ava bikin.
'Pergala hevserokatiyê carayekê ji aliyê Birêz Abdulah Ocalan ve hatiye pêkanîn'
Yuksel da zanîn ku BDP'ê bi pergala hevserokatiyê jiyan afirand û di heman demê de weke şoreşa jinan binav kir. Pergala hevserokatiyê cara yekê ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ve hetiye pêkanîn û got: "Di vê mijarê de em sipasiya Birêz Ocalan dikîn. Ji bo jin di nava siyasetê de cîh bigire me kotaye xwe diyar kir û me bi pergala hevserokatiyê re ev derbas kir. Niha di cîhanê de pergalek bi vî awayî nîne, di çarçoveya wekheviya jin û mêran de jin zindî dinava siyasetê de cîh bigirin, di aliyê me de divê ev şoraşa jinan bê silav kirin. Di dema derxistna projeyan de hevbeş bûna aqilê jinan û mêran dê derkeve holê û ev qazancek mezine."
Rêxistna xweser di xala jiyana ekolojîk de jiyanek azade'
Namzeta Hevşaredariya Yenîşehîrê ya Mêrsînê Saniye Agbay jî diyar kir ku bi tecrubeyên xwe yên 15 salan di nava tekoşînê de dê tevlî xebatên rêveberiyên herêmî bike, bi vî awayî xebatên xwe berdewam bike. Saniye ya ku berî niha 3 salan serokatiya Navçeya Yenîşehîrê ya BDP'ê kirî got: "Di aliyê rêxistnên azad, jiyana ekolojîk, jin û zarok bibin xwediyê jiyaneke azad rolekî pir giring yê rêveberiyên herêmî hene. Emê weke şarederî bi armanca rêgeza azadiya jinan bixebitin. Jin bi pirsgirêk û zoriyên pir mezin re dijîn. Ji bo rêya jinan bê vekirin hemû projeyên pêwist emê derbazî jiyanê bikin.
'Em aramac dikin ku jin bi rehetî tevlî tevger û jiyanê bibin'
Saniye da zanîn ku di nava şertên jiyana heyî de herî zêde jin û zarok di xeniqin. Saniye destnîşan kir ku zarok ji ber kêmaniyên aborî bi her awayî kêmaniyan dijîn. Saniye diyar kir ku di projeyên rêveberiya herêmî de girêdayî zarokan dê navandên perwerdê bên çêkirin. Saniye da zanîn ku di biniya muçeya şaredariyê de dê muçeyek ji bo jinan bê amade kirin û got: "Em armanc dikin ku jinan derxin pêş û jin rehet bikarin tev bigerin û zêdetir tevlî jiyanê bibin. Em hêvîdarin ku emê bi ser kevin. Xebat û projeyên me tenê ne ji bo kurdanin. Ji ber sedemên koçberiyê ji gelek neteweyên cuda di Mêrsînê de hene. Weke şarederî me armanc kiriye emê bibin dengên hemû kesê."
'Emê meclisa şaredariya gelên kurd, tirk û ereb bi hevre ava bikin'
Saniye diyar kir ku ji ber wan armanc kiriye bibin dengê hemû gelan dê di meclisa şaredariyê de endamê ji gelên ereb, kurd, tirk û suryanî têde cîh bigirin û got: "Emê meclisa xwe gelên kurd, tirk û ereb bi hev re ava bikin. Em bawerin ku bi vî awayî emê bi ser bikevin. Bi hevgirtina gelan emê hêj zêdetir bikarin dengê xwe bilind bikin. Bi pergala hevserokatiyê ya ku ji aliyê BDP'ê ve hatî pêşxistin, emê hişmendiya mêran bişkênin û bi rengê jinan derkevin pêş. Heta niha di şaredariyan de her dem jinan weke cîgirê şaredaran an go cîgirên mêran cîh girtine. Niha bi pergala hevserokatiyê em bi wekheviya fikiran kar dikin. Her du jî xwediyê heman mafanin."
(zt)

