Çêroka 4 jinên zanyar bû filîm

18:54

JINHA


 


ENQERE - Komeleya Uçan Supurge ya ku girêdayî rolê zayendiya civaki yê zarokên keç yên dibistana seretayî  bi projeya "Benîm Madam Curie m" despê kir di çarçoveya pîşe û xeyalê zarokan de hilbişartinê armanc kirine.


Komeleya Lêkolîn û Ragihandinê ya Jinan Uçan Supurge bi hînkariya xwe ya yekê girêdayî xwendekaran dest bi projeyekê kirin. Fînansa Yekgirtina Merkeza Ewrupayê û Beşa Îhaleyê li gel Wezareta Perwerdehiya Netewî piştgirî dan projeya wan. Li dibistana ku li navçeya Pursaklar a Enqerê ku ji aliyê Midûrê Perwerdehiya Netewî ya Enqerê ve ji wan re hatî diyar kirin de xebatek nimuneyî bi rêve dibin. Projeya bi navê "Benîm Madam Curie m" zarokên keç dema ku pîşe di hilbijartin li cihê rolê wan yê zayendiya civakî, armanc dikin ku li gorî huner û xeyalên wan perwerde bidin. Jinên Komeleyê diyar kirin ku jin ne tenê dikarin bibin mamosta, hemşîre û parêzer her wiha dikarin di herêma zanîn û teknolojiyê de jî bixebitin, ji ber vê jî divê hişmendiya mêran ya astang dar ji holê bê rakirin.     


4 jinên zanyar dê bibin modela rolê zarokên keç


Di çarçoveya projeya "Benim Madam Curie m" ya 4 jinên zanyar filîm ê animasyon tê amade kirin. Astrofizikçi Dilhan Eryurt, Patalog Kamile Şevki Mutlu, Kimyaci Remziye Hisar û Zanyara Siyasetê Nermîn Abadan Unat ev  jinane yên ku di cîhana zanînê û herêma xwe de ji bo xwe dana jiyan kirin û tekoşîna ku dayîn bûye filîm. Ev filîm li Pursaklar ê bûye meteryalê perwerdê. "Di pêşerojê de pîşe helbijartina zarokên keç, meyîl û rola zayendiya wan diyar dike." Ev 4 jinên zanyar ji bo jiyana xwe di pîşeyê xwe de pêş bixwe kedek çawa didan vedibêje. Jin çî di herêma zanyariyê de be çî jî di herêmên civakî de bin çawa dikarin pêşengiyê bikin ji çar mînakên herî baş her 4 jinan di vê projeyê de derketin pêşberî zarokan.


Jina ku cara yekê Astrofizigi aniyî Tirkiye yê Dîlhan Eryurt, xwendekara jin ya yekem di Madam Curie de kimyager Remziye Hisar, ya ku agahiyên patolojiyê parastî û bi navê xwe awayek dayê Kamile Şevki Mutlu û ya ku navê wê di zanistên civakî de hatî bihîstin Nermîn Abadan Unat... Çîroka 4 jinên ku di riya jinan de ji kilometrayan beran pêkhatne. Bi projeya filîmê bi navê "Benim Madam Curie m" yê enimasyon ji nû ve hatin zindî kirin.


 Xala hevbeş ya van her 4 jinan li gel her tiştî jî bi hêvî û înat xwe pêşde birine û rê vekirine ji bo jinên dinê li pey wan de bimeşin.


Çima 'Madam Curie'?        


Yek ji jinên pêşengên kîmya û fîzîkê Marie Curie ya Polonya yî dibêje: "Jiyan ji bo kesê ji me hêsan nîne. Ji bo em di tiştekê de serbikevin, ji hunerê xwe bawer kirin û ji bo gihandina wê bê navber divê em bixebitin."


Endamên Komeleya Uçan Supurge wiha gotin:


"Marie Curie nav li vê projeyê kiriye, ji bo rêya ku jinên pêşeng vekirî îro zarokên keç ji bo mînak bigirin me weke sembol ew 4 jin helbijartin. Di pirtukên dibistanên me de tenê navê çend jinên pêşeng hene. Lê bi dehan Madam Curie yên me hene lê nayên dîtin. Ji bo nas kirina wan jinan û her yek ji wan tekoşîn û serkeftinên wan em ji zarokên keç re vebêjin me gavek avêtiye. Me 4 Madam Curie yên xwe di vê mijarê de dan."


'Ji bo demokratîk bûnê astenga herî mezin zayendiya civakiye'


Li Tirkiye yê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî bi hevkariya rêxistiinên civaki yên sivîl re di çarçoveya  "Projaya Perwerdehiya Mafên Mirovan û Welatiyê Demokrat" re bi pirojeya filîmê bi navê "Benim Madam Curie m" armanc dike ku astengiya li pêşberî hevsengiya zayendiya civakî ji holê rake. Endamên Komeleya Uçan Supurge girêdayî projeya xwe gotin: "Ev proje dixwaze piştevaniya şikandina pîşeyên êdî weke qaliban lêhatine atfî jinan dikin û şikandina hişmendiya heyi ya mêrane bike. Bi taybetî ji bo di mijara helbijartina pişe ya zarokên keç de guhertinek bê çêkirin gavekî giringe."


(zt)