Welatiyê astengdar ê li Cizîrê birîndar bû jiyana xwe jidest da
15:33
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê welatiyê astengdar ê bi navê Osman Tekîn (50) ê ji aliyê polîsan ve hate astengdar ji ber ku ranekirin nexweşxaneyê li kolanê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Cizîra Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê kete roja 25'emîn, hêzên dewletê êrîşên xwe yên li dijî gel didomînin. Welatiyê bi navê Osman Tekîn (50) ê ji aliyê polîsan ve hate astengdar ji ber ku ranekirin nexweşxaneyê li kolanê jiyana xwe ji dest da. Piştî çend saetan ancax kurê Osman çû cihê ku bavê wî hate qetilkirin cenaze rakirin malê. Cenazeyê Osman hê jî li malê ye.
Bi qetilkirina Osman re hejmara kesên li Cizîrê hatin qetilkirin bû 33.
(zt)
