Ji bo 3 jinên hatin qetilkirin li Hezexê dê meş bê lidarxistin

15:57

JINHA

ŞIRNEX - Bi pêşengiya KJA û ODGK'ê dê ji bo jinên hatin qetilkirin meş bê lidarxistin.

Li navçeya Hezexa Şirnexê bi pêşengiya Kongreya Jinên azad (KJA) û Jinên Ciwanên Azadên Demokrat (ODGK) ji bo sê jinên siyasetmandarên kurd ên di 9'ê Çile ya sala 2013'an de li Parisê hatin katilkirin Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan û 3 jinên berî sê rojan li Silopiya hatin katilkirin dê meş bê lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Gel a Hezexê Xece Kaya ji bo meşa dê sibê saet di 12.00'an de ji Parqa Aştiyê despêbike banga tevlîbûnê kir û got: "Divê ji heft heya heftêh salî her kes beşdarî meşa sibê bibin û dengê xwe li hemberî qirkirinên ser Kurdistanê bilind bikin."

(dt/zt)