Li Nisêbînê ciwanê birîndarbû jiyana xwe jidest da
08:42
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê polîsan bi maşîna zirxî Kerem Akyurek qetil kir û ciwanê bi navê Huseyin Akyuz birîndar kir. Huseyîn ê birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Tîmên taybet û polîsên ku bi maşîneya zirxî li Goristana Veysikê ketibûn kozikê, li kolana Dîlekê ya taxa Firatê ciwanê 19 salî Kerem Akyurek qetil kirin û ciwanê bi navê Huseyîn Akyuz bi giranî birîndar kirin. Huseyîn, rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Huseyîn Akyuz piştî 3 saetan li nexweşxaneyê hat rawestandin li gel mudaxameyan jî dîsa jiyana xwe ji dest da. Malbata Huseyîn Akyuz û Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengiz Kok, endam û rêveberên DBP û HDP'ê cenazeyê Huseyîn rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
(bg/zt)
