ROJEVA 08'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinên bajarê Til Temir konsepta şer yê ku hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê xistiye dewrê û hedef girtina jin, zarok û sivîlan şermezar kirin û piştevaniya xwe yê ligel berxwedana xwerêveberiyê a bakûrê Kurdistanê anîn ziman.
*Rêveberiyên Weqfa Jina Azad yê bajarê Hesekê derbarê qetilkirina siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir de nirxandin kirin û gotin ku ev êrîş nîşaneya berdewamiya komploya Parîsê ye.
*Jinên Amedê bertek nîşanî dorpêça li ser Sûrê û tevahî navçeyên Kurdistanê dan û wiha gotin, "Bila zanibin jin wê serê xwe netewînin. Jin dê li her qadê têbikoşe û pêşengiya parastina tax ango qadê lê bike."
*Parêzerên Dilan Kortak a li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê di dema serdegirtina malan de polîsan înfaz kirî diyar kirin ku di rapora otopsiyê de nîşaneyên înfazê hene.
*Ramona yek ji fermandarê navdar yê Zapatîstanê ye ku 10 sal berî niha jiyana xwe ji dest daye. Ramona yê ku Zagonên Jinên Şoreşger amede dike, li Qada Zocalo yê axaftinek dîrokî dike, "Ez ê li Zapatîstan bajarê Meksîkayê gavên dîrokî û destpêk bavêjim."
Ayten Sayacan ya ku hîna 13 salî bi mêrek 60 salî re hatiye zewicandin li gel hemû zoriyên jiyanê û tindiya dîtî jî tekoşînek bê hempa daye. Ayten hevserê xwe yê duyemîn Dikran Sayacan di dorpêça Cizîrê de winda kir. Ayten a ku li gel 5 zarokên xwe ji nû ve cardin jiyanê avadike got: "Dê dewlet hesabê jiyana li Botanê nîvî hêlayî çawan bide."
