Li Amedê polîsan jinek birîndar kirin

12:56

JINHA

AMED - Li navçeya Amed Yenîşehîrê, jina bi navê Gûrbet Yildirim a ji malê diçû kar, ji ber guleyên polîsên Tirk ji dest û piyên xwe birîndar bû.

Li navçeya Amed Yenîşehîrê, jina bi navê Gûrbet Yildirim dema ji malê diçû cihê kar, bi guleyên ku li dest û piyên wê ketin birîndar bû. Gûrbet, bi alîkariya welatiyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî.

Polîsan nehiştin rojnamevan bikevin hundirê nexweşxaneyê û der barê bûyerê de agahiyan werbigirin.

(rc)