Li Amedê jinekê din jî bi guleya polîsan birîndar bû
14:09
JINHA
AMED - Li navçeya Yenîşehîr a Amedê, xwendekara bi navê Ayşe Nur Polat di yurda ku lê dima bi guleya polîsan ji zikê xwe birîndar bû.
Li navçeya Yenîşehîr a Amedê piştî ku di saetên sibê de jina bi navê Gurbet Yildirim bi guleya polîsan birîndar bû, vê carê jî li Yurda Xwendekarên Jin a Muazzez Tumer, xwendekara bi navê Ayşe Nur Polat (23) bi guleya polîsan ve birîndar bû. Guleya ku li şibakê kete hundir li zikê Ayşe ket. Ayşe rakirin Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî. Hate zanîn ku gule ji zikê Ayşe ketiye û ji pişta wê derketiye.
Ayşe piştî hate dermankirin ji nexweşxanê derket.
(rc)
