Cenazeyê 2 kesên li Cizîrê hatîn qetilkirin anîn Şirnexê
14:53
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyê 2 birayên li Cizîrê duh hatîn qetilkirin, ji bo kirarên otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Êrîşên dewletê yên tevkujiyê li Cizîra Şirnexê di roja 26'an de jî berdewam dikin. Duh 2 birayên bi navên Nadîr Somer û Halîs Somara dema ji bo av hildanê diçûn mala cîranên xwe hatibûn qetilkirin. Cenazeyê her du hemwelatiyan îro ji bo kirarên otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî kirarên otopsiyê bi dawî bûn, cenaze girtin depoya hewayê sar a xaringeha nexweşxaneyê.
Bi van 2 cenazeyan re hejmara cenazeyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên girtin, gihişt 16'an.
(ekîb/zt)
