Li Çomanê PDK'ê mudaxeleyî meşa jinan kir

16:18

JINHA

HEWLER - Li Çomanê dema ku bi pêşengiya RJAK'ê jinan xwest ji bo bîranîna sê jinên siyasetmendarên kurd ên li Parisê hatine qetilkirin bimeşin rastî mudaxeleya PDK'ê hatin

Li navçeya Çoman a Hewlêrêya Başurê Kurdistanê ji bo 3'emîn Salvegera qetilkirina sê jinên siyasetmendarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi pêşengiya RJAK'ê meşek hat li darxistin. Lê hîna meşê despênekirî Asayîşa PDK'ê mudaxelekir û 3 endamên RJAK'ê girtin binçavan.

Endama desteya rêveberiya RJAK'ê ya bajêrê Soran Zeyneb Germiyanî di derbarê binçavkirina 3 hevalên xwe de axivî. Zeyneb diyar kir ku di dema amadekariyên meşa ji bo sê jinên siyasetmendarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parisê hatîn qetilkirin dihat kirin Asayîşa PDK'ê mudaxelekirin û 3 hevalên wan girtin binçavan. Zeyneb da zanîn ku dema her sê hevalên wan li wesayîta leşkerî siwar kirine, şidet li wan kirine.

Zeyneb destnîşan kir ku ewê çalakiyên xwe berdewam bikin û wê helwesta PDK'ê jî şermezar bikin.

(şb/zt)