ROJEVA 09'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Welatiyên Kampa Miştenûr a Kobanê li hember demsala zivistanê têkoşîna jiyanê didin. Ligel barîna berfê û zehmetiya jiyana di konbajarê de jinan diyar kir ku ew gumana ku zarokên wan ji serma zêde nexweş bikevin dijîn.

*Jinên Başurê Kurdistanê di derbarê kumkujiyên ser Bakurê Kurdistanê û tayîbetî jî ser jinan berdewam dike de gotin: "Kiriyarên li Bakurê Kurdistanê tên meşandin hemu sinir derbaz kirine. Qetilkirina jinên Silopiyê wê dawî li deshilata AKP'ê bîne. Azadiya jinan bi serkeftina rêveberiyên cewherî pêkane. Tu car wê jin serî ji vê pergalê re netewînin."

*Jinên Wanê bertek nîşanê komkujiya 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demîr , Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên ku Silopiya ji aliyê tîmên taybet ve hatin ketîlkirin. Jinan got ku sad jin jî bê qetilkirin em ê li ber xwe bidin.

*Emîne Çelîk 13 salin kevokên Kuleyê Saetê xwedî dike û wiha debarê xwe dike, em çîroka Emîne guhdar bikin.

* Girêdayî qetikirina sê jinên siyasetmendarên kurd li Silopiya Endama Koordinasyona KJA yê Sara Aktaş wiha axivî: "Em weke KJA berxwedana her 3 hevalên xwe weke sembola parastinên cewherî binavdikin. Emê li her derên rêxistina me heye qirkirinan şermezar bikin û emê şînê nekin. Emê li berxwedana hevalên xwe xwedî derkevin û wiha bigihin serketinê."