Meclisa Jinên Şengalê Sara, Fidan û Leyla bibîranîn
10:32
JINHA
ŞENGAL - Meclisa Jinên Êzidi ya Şengalê ji bo bîranîna Sara, Fidan û Leyla daxuyaniyek nivîskî weşandin û gotin: "Wek jinên Êzîdî me gelek êş û azar dîtin. Ji bo vê jî têkoşîn mezin kirin ji herkesî zêdetîr dikeve ser milê me. Em jî li ser xeta Şehîdên Parîsê soza berxwedan û têkoşîn bilind kirinê nû dikin. Em dibêjin azadiya jinê bingeha hemu azadiyan e."
Di derbarê 9'ê Çile roja komkujiya Parîsê de Meclisa Jinên Êzidiya Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşandiye. Daxuyanî wiha ye; "Îro rojek tari ye ji bo me jinan. Di rojek wisa de dijminê mirovahiyê êrîşên xwe yên hovane li ser xeta azadiyê de anîn. 9'ê Çileya sala 2013'an de desthilatdariya zilamsalar carekî din xwest çanda xwedawendan ji nav me rake. Li Parîsê heval Sara, Fîdan û Leyla qetîl kirin. Cardîn di van rojan de dewleta faşist bi hişmendiya DAIŞ'ê 3 têkoşerên jinên din Sêvê, Fatma û Pakîze bi heman mabestê qetil kirin. Lê carek din xeta berxwedanê serket. Ew hevalên me wekî jiyan kirina xwe di şahadeta xwe de jî hemu jinan li derdora xwe dan civandin û hestê têkoşînê bi me re bilind kirin.
Em berxwedan ji hevalên jin yên nava têkoşîna azadiyê de hîn bûn. Bêguman wa ku pêşengtî ji vê re jî kir hevala Sara bû. Em di vê rojê de xemgînin bi hestên tolhildanê tijîne. Wek jinên Êzîdî me gelek êş û azar dîtin. Ji bo vê jî têkoşîn mezin kirin ji herkesî zêdetîr dikeve ser milê me. Em jî li ser xeta Şehîdên Parîsê soza berxwedan û têkoşîn bilind kirinê nû dikin. Azadiya jinê bingeha hemu azadiyan e. Heya jin azad nebe, civak jî azad nabe. Li ser vê esasê em hemu şehîdên azadiya jinê bibîrtînin."
(zt)
