'Emê li Kadikoyê şaredariya gelan bingeh bigirin'
15:38
Eylem Daş / JINHA
STENBOL - Namzeta Hevşaredariya HDP'ê ya Kadikoyê Mukaddes Erdogdu Çelik got: "Emê bajarên xwe û xwe bi xwe bi rêve bibin. Emê hewil bidin ku gelê me di hemû mekanîzmayên biryar girtinê de cîhe bigirin. Emê bibin dengê hemû gelên bindest û hatîn perçiqandin yên weke kurd, elewî, sosyalîsta, LGBT û hemû beşên civakê yên weke yên dinê li wan tên nêrîn. Li hemberî şaredariyên şelandin, mijokdarî, bexşîş, werçerxanên qeputalîzmê emê hişmendiyek ya şaredariyê ya li gorî pêdiviyên gelên bindest ava bikin."
Namzeta Hevşaredariya HDP'ê ya Kadikoyê Mukaddes Erdogdu Çdlik diyar kir ku ew dê li Kadikoyê herî zêde hem ji bo helbijartinan hem jî ji bo demdirêj bi rêxistin kirina jinan û ciwanan bixebitin. Mukaddes da zanîn ku di berxwedana parqa Gezi yê de herî zêde jinan di qada pêş de cihê xwe girtin. Emê weke HDP'e girêdanekê di navbera ruh, tekoşîn û ramana Geziyê û helbijartinan de ava bikin. Mukaddes destnîşan kir ku dê derî derî, kolan kolan, tax tax bigerin û bi gel re bên bahev û got: "Emê bajarê xwe û xwe bi xwe birêve bibin. Li hemberî şaredariyên şelandin, mijokdarî, bexşîş, werçerxanên qeputalîzmê, emê hişmendiyek ya şaredariyên li gorî pêdiviyên gelên bindest ava bikin."
'BDP'e xwediyê felsefeyekî bi hêze'
Mukaddes bal kişand li ser bi hêzbûna felsefeya BDP'ê û diyar kir ku dê bi modela rêxistina xwe mclisên xwe jî saz bikin û got: "Emê hewil bidin ku gelê me di nava hemû mekanîzmayên biryargirtinê de cîh bigirin. Emê bibin dengê hemû gelên bindest û hatîn perçiqandin yên weke kurd, elewî, sosyalîst, LGBT û hemû beşên civakê yên weke yên dinê li wan tên nêrîn. Modela xebatên me pir aliye heta jinên kedkar ji malan derxistin û tevlî siyasetê kirinê digire nava xwe."
'Emê siyasetê ji mêran dewir bigirin'
Mukaddes da zanîn ku Ev helbijartin dê bibe sebeba jin bi awayek girseyî di nava navendên siyasetê de cîh bigirin. Mukaddes diyar kir ku ewê jinan ji nava sazumaniya heyî ya qirêjî û hilweşayî bigirin û bi girseyekî mezin li gorî perspektîfeke bihêz jinan di cihên herî xweşik de bi cîh bikin. Mukaddes destnîşan kir ku dê jin bi tekoşîn û pêşdestiya xwe helbijartinan bigirin bin destê xwe û got: "Jinan bi destê xwe mirovahî rakirin li ser lingan. Em di siyasetê de ne destê jinan fikir, ziman û pêşdestiya wan dixwazin. Hiş, vîn, pêşdestî û hêza rêveberiyê li gel siyasetê emê jin ji mêran dewir bigirin."
'Ev hilbijartin di heman demê de dê bibe tevgera gelan'
Mukaddes diyar kir ku daraz di berjewendiyê AKP'ê de dixebite û ew dê hesabê êrîşên giran yên li ser Geziyê dihatin kirin û hemû tundiyên hatine kirin bipirsin. Mukaddes da zanîn ku ev helbijartin di heman demê de dê bibe tevgera gelan û got: "Ji bo ceribandin û amadekariyên kedkarên biçin deshilatiyê û hêza ku bi salane me kom kirî, emê ji bo bi destxistina mewziyên cuda bixebitînin. Heger me ev mewziyane bi dest xistin, emê reng, ziman û hişê jinan bidinê û bihêz bikin."
'Hevserokatî ji bo tevgera kurdan û xezineya hevbeş ya jinan giringe'
Mukaddes destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê bi salane di herêmê de tê bikaranin û Dema HDP'e hat ava kirin bi quteya ji sedî 50 rêveberî hat ava kirin. Mukaddes diyar kir ku ev 35 sale pergala hevserokatiyê di nava tevgera gelê kurd de tê birêve birin û bûye xezîneya hevbeş ya hemû jinên ku tekoşîna azadiyê didin li ser vê axê û got: "Em ji bo rêgeza bingehîn ya gelan rêxistin kirina jinan tekoşînê dikin. Di nava siyasetê de hişmendiya mêr ya deshilatdar xwediyê tecrubeyên 5 hezar sal yên siyasetêne. Ev ji bo jinan nerêniye lê dema ku em bikevin di hişmendiya wê de ji bo guhertina vê rewşê emê tekoşînê bikin. Emê ji bo guhertina pergalê li benda mêran nesekin."
(zt)

