Namzetên Hevşaredariyên HDP'ê yên jin di taştê de hatin bahev
16:16
JINHA
ENQERE - Namzetên Hevşaredariyê ên HDP'ê yên jin ên navçeyên Enqerê li avahiya rêxistna BDP'ê ya Navçeya Yenîşehîrê di taştê de hatin bahev û li ser helbijartînên di meha Adarê de bên kirin axivîn.
Ji bo helbijartinên herêmi yên maha Adarê demek kêm ma. BDP û HDP'e yên ku bi pergala hevşaredariyan damgaya xwe li hilbijartinan xistin lez dan xebatên xwe. Namzatên jin yên navend û navçeyan di gelek civînan de bi gel re hatin ba hev û bi boneya hilbijartinan xebatên xwe didomînin. Namzetên hevşaredarên HDP'ê yên jin ên navçeyên Enqerê di taştê ya ku li avahiya rêxistina BDP'ê ya li Navçeya Yenîşehîrê hatî amade kirin de hatin bahev û danusitandina ramanî kirin. Bi dehan namzetên jin di xwarinê de amade bûn û li ser hilbijartinan nêrînên xwe bi hev re parve kirin.
Piştî bernameya taştê jin li navçeyên ku namzetên hevşaredariyan têde hatîn diyar kirin vegeriyan û di nava bazarê de esnaf ziyaret kirin û girêdayî hilbijartinên herêmî li xwestekên welatiyan guhdarî kirin.
(zt)
