Di doza dacîzê de biryara "neşopandinê" dan

18:47

 


JINHA


AMED - Aktivista Jinên Demokrat ên Nû Aylin Kirikçi, ku dema li ber destê parêzer Sedat Yurttaş stajgerî didît; rastî tacîza Yurtaş hatibû. Girêdayî mijarê doz hatibû vekirin. Dadgehê bi biryara "neşopandinê" da û doz bi dawî kir. Jinan nerazîbûn nîşanî mijarê dan. Berdevka YDG'ê Ezgi Gokalp got: "Daraza mêran mêran xelat dikin, emê li hember vê pergalê serî netewînin. Heta demên nêz jî zewaca me ya bi tecawizciyê me re me ji bîr nekiriye. Em bi edaleta ku darazê dayî me bi sînor nemînin."


Aktivista Jinên demokratên Nû Aylin Kirikçi, ku dema li ber destê parêzer Sedat Yurttaş stajgerî didît rastî taciza Yurtaş hatibû.  Der barê bûyerê de doza ku hatî vekirin ji aliyê heyeta dadgehê ve bi hinceta "kêmbûna  delîlan biriyara neşopandinê" dan û di runiştina yekê de qedandin. Girêdayî biryara ku hat dayîn aktîvîstên Jinên Demokratên Nû li ber derê Ediliye ya Amedê daxwiyanî dan çapemeniyê. Di daxwiyaniya ku aktîvîstên DOKH, LGBT- İ û Keskesorê tevlîbûyîn de panqartên "Bila dawî li hevkariya tacizciyan û darazê bê", "Em ji tacîzê re dibêjin bese, biryara ku we dayî me şaşwaz dike", "Ne îdiaye rastiye dê Sedat Yurttas hesab bide", "Em dewleteke tacîzcî naxwazin", "Nêrîna jinan bingehe" û "ji tacizê re bese"  hatin hildan. Daxwiyanî ji aliyê berdevga Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (YDG) ê Ezgî Gokalp ve hat xwendin. Ezgî got: "Em li hemberî bûyera hevala xwe ya ku bi rêkûpêk hatî tacîz kirin bêdeng namînin. Emê giliyê baroya Amedê û Serokdozgerê Komarê bikin. Di vê pêvajoyê de li hemberî hevala me qampanyeya lîncê pêkanîne. Di har daxwiyaniya ku em didîn de Sedat Yurttaş li hemberî statuya xwe û jiyana xwe ya siyasi ya derbasbûyî weke êrîşekê dinirxîne. Ji bo biselimîne ew ne tecawizciye hemû daxwiyaniyên me li dosyeya lêpirsînê zêde kiriye."


'Em li hemberî vê pergalê serî na tewînîn'


Ezgî bibîrxist ku heta van demên nêz jin bi tecawizciyê xwe re dihatin zewicandin û diyar kir ku daraz edaleta ku ji bo jinan nîşan dide têrnake û got: "Mêrên darazê mêran xelat dikin, em li hemberî vê pergalê serî natewînin. Sedat Yurttaş berê di İHD û STK yê de cîh digire divê ji van cihan bê durxistin. Di dadgehê de ji sucê êrîşa zayendî cezayê herî bilind bigire. Di Baroya Amedê de lêpirsîn bê despê kirin û ji pîşeyê wî bê dur xistin. Divê lêpirsîna tacîza zayendî ya li ser parêzerên stajger neyê bidawî kirin.


(zt)