Êrîşî meşa jinên Geverê ya ji bo qirkirina Parîsê hatî lidarxistin kirin
15:28
JINHA
COLEMERG - Li Geverê dema ku bi peşengîya KJA yê jinan xwest ji bo katlîama Parîsê şermezar bikin bimeşin rastî mudaxeleya polisan hatin.
Li navçeya Gevera Colemêrgê dema ku ji bo şermezarkirina komkujiya 9'ê Çileya sala 2013'an bimeşin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Jinên li ber avahiya HDP'a navçeyê kombûn di navê de têkela KJA yê ya Geverê, rêveberên HDP û DBP'ê jî heyî dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta "Botan beserkeve hemû cîhan serdikeve" vekirin û diruşmên weke "Jin jiyan azadî û "Em hemû Sakine ne" bilind kirin.
Li ser Cadeya Cengiz Topel meşa jinan rastî mudaxeleya polîsan hat. Buer belavî nava hemû navçeyê bûn.
(dt/zt)
