Li ser axa xwe reng dide xişiran
14:09
Bahar CIRASUN - Zehra DOGAN / JINHA
BEDLÎS – Berîvan Genç li Tetwana Bedlîsê bi çêkirina xişiran debara malê dike û her wiha li Bedlîse yekemîn jinê ku vî karî dike. Berîvan, destnîşan kir ku ji bo jinê tişta herî girîng serxwebûna aboriyê ye. Li gorî Berîvan der dora jinê bi her aliyê ve hatiye dagirkirin û li dijî dagirkirinê jî divê jin bi hêz be û aboriyeke serbixwe biafirîne. Berîvan di axaftina xwe de bal kişand ser jiyana bajaran û got ku kurd mehkûmê jiyana di nav avahiyên bi beton de bûye. Berîvan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jiyana li bajar mirovatiyê dihelîne û tu di nav çandeke biyanî de dijî û neçarî ku entegreyê vê jiyanê bibi. Tu di nav qelebalixe de tenê yî.”
Berîvan Genç 33 saliyê û bi çêkirina xişiran xwîşk û birayên xwe dide xwendinê û debara malê dike. Li Tetwana Bedlîsê cara yekem jinek karek bi vî rengî dike û bala şêniyên navçeyê dikişîne ser xwe. Berîvan bi xebata xwe ji bo jinên li navçeyê dijîn jî bû mînak. Berîvan salên borî berhemên xwe li Stenbolê pêşkeş dikir lê niha li welatê xwe berhemên xwe diafirînê û li vir pêşkeşî gelê xwe dike.
Eleqeya şêniyên navçeyê zêde dibe
Berîvan niha li navenda danûstandina ya Tetwanê berhemên xwe difroşe. Şêniyên Tetwanê jî hurmetê nîşanî karê Berîvanê didin û Berîvan wiha nêrînên xwe anî ziman: “Şêniyên navçeye jî alîgirê aboriyeke serbixwe ya jinê ye. Bi taybetî jinên ku tên danûstandinê dike û dema ku karê min dinêrin pir kêyf xweş dibin. Dixwazin heman karî bikin. Dema ez rastî van daxwazan têm gelek kêyf xweş dibim.”
Jiyana bajar, gund û zozanan…
Berîvan xwedî li malbateke Koçer e. Zarokatiya Berîvan li zozanan derbasbûye. Berîvan niha jî hesreta van rojên borî dijî. Ji bo Berîvan li zozanan jiyaneke azad hebû. Pirsgirêkên aborî, şîdeta li hemberî jinê hwd nîn bû. Berîvan di axaftina xwe de bal kişand ser cudabûna jiyana bajar, gund û koçeran û wiha pê de çû: “Li bajar û gundan têkilî û jiyana jin û mêra hevdû cudatir e. Kurd li bajaran mehkûmê avahiyên bi beton dibin. Li bajaran miravatî dihele, di nav çanedeke biyanî de dijîn û hînê hînbûnê çanda biyanî dibin. Piştî demek jiyana di nava qelebalixê de mirovan tenê dike. Di nav jiyaneke wisa de bi taybetî pirsgirêka herî girîng jî aborî ye.”
‘Yekîtiya jinê girîng e’
Berîvan, di axaftina xwe de bal kişand ser aboriyeke serbixwe ya jinê û got ku heke jinên kurd aboriyeke serbixwe bi dest bixe dê gaveke girîng ji bo pêşeroja xwe bavêje. Berîvan, daxuyand ku di nava civakê de jiyana kurd û bi taybetî jiyana jina kurd zehmet e, jinên kurd hem ji ber nasnameya xwe û hem jî ji ber nasnameya xwe ya kurd rastî zext û zordariyan tên. Berîvan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber van her du nasnameyan karê me betîr zehmet e. Niha jî gelek malbat nahelin ku jin li malê derkevin derve. Heke jineke kurd li derveyî mal karek dike û debara mala xwe dike ev gavek pir girîng e. Ji bo serkeftina jinê divê jin yekitiya xwe avabikin. Bêbawerbûna jinê û bêperwerdebûna mêr pirsgirêkên dijwar derdixin holê. Ez bang li jinan dikim ku divê bi hêztir bin û li hemberî zext û zordariyan têkoşîna xwe bidomînin.”
Wêne: Foto: Bahar CIRASUN
Kamera: Zehra DOGAN
(zd/la)

