ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Rêvebera Navenda Yekîtiya Star Newroz Miştenûr balkişand ser rewşa jinê û ji nû ve înşakirina Kobanê û wiha got, " Zagonên jin wê vîna jinan li Kobanê bi hêz bike. Armanca sereke ya zagonên jinê ew e ku civakek bi ahlaq û demokratîk avakirine."
* Fermandara YPJ'ê Evîndar Efrîn êrîşê çeteyan a hember Girê Spî nirxand û diyar kir ku êrîş bi alîgiriya AKP û PDK'ê pêk tên û wiha got, "Rojavayê Kurdistanê bi xwîna şehîdan hat avakirin. Ên ku bi çavê xiyanetê lê binêre ronahiyê çavê me be jî em ê çavên wan derînin. Em amede ne û dikarin bersivên herî xurt jî bidin. Wê ji hatina xwe jî pîşman bibin."
*Di nava civakê de pêgogvanî wekî karê mêr tê dîtin, jinên pêgogvan jî bi biryarin nêrîna civakê ya li hember pêgogvanî biguherin. Gûzîde Alçu a ku cihê xwe di koma Jinan yê Pêgogvaniya Werzîşa Amedê de digre, diyar kir ku pêgogvanî wê nekeve xizmetê yekdestî û got, jin dê li her qadê hebûna xwe biparêze û dê pêşengiya leystûkê jî bike.
*Sakine, Leyla, Fidan, Sêvê, Pakize û Fatma… Tevgera jinên kurd pêşengên jiyana nû ne. Aktîvîsta KJA yê Ayşe Berktay diyar kir ku jinên nûnerên sê nifşan tekoşîna azadiyê ya duh, îro û sibê ye.
* Li Erzerom jin bi hilberîn, neqiş û kedê desta hember serdema endustrî têdikoşin. Ji jinan Zehra Turan atolya neqşê avakirine û bi kedê destên xwe pêdiviyên jiyanê pêşwazî dikin û wiha bang li jinan kir, "Divê tevahî jin ser piyên xwe bisekinin û li her qadê jiyanê tevlî xebatê bibin."
