Qêrîna dayîka girtiyê nexweş yê bi navê Ferîd Orak a ji bo AKP'ê!

12:00

JINHA

AMED - Li girtîgehên Tirkiye û herêmê her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş giran dibe. Hikûmet bêdengiya xwe xira nake û têde bi biryare û malbatên girtiyan jî ji rewşa zarokên xwe bi gumanin. Dayîka girtiyê nexweş Ferîd Orak Besra Orak diyar kir ku ew ji rewşa kurê xwe bi gumane û got: "Di  kezeb, gurçik, guh, çav û çermê laşê kurê min de pirsgirêk hene. Ji bo dayîkekê axaftin û rewşa kurê xwe vegotin pir zore. Em dixwazin hikûmeta AKP'ê demek ji ya dinê zutir di mijara girtiyên nexweş de gavan bavêjin."

Li Tirkiye û herêmê rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe, berpirsên hikûmetê jî bêdengiya xwe berdewam dikin. Li gorî agahiyên ku hatîn girtin hijmara girtiyên nexweş gihiştiya 544 kesan û ji van jî rewşa 164 girtiyan girane. Her roja ku diçe gumanên xizm û malbatên girtiyan zêde dibin, ji wan yek jî dayîka girtiyê nexweş Ferîd Orak Besra Orak e... Besra da zanîn ku kurê wê ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê sewqî Girtîgeha Bandirma kirine. Besra destnîşan kir ku nexweşiyên kurê wê hene û got: "Di kezeb, gurçik, guh, çav û çermê laşê kurê min de pirsgirêk hene. Herî dawî 3 meh berê min kurê xwe dîtiye rewşa wî qet nebaş bû. Ji ber pir dur birine ez nikarim biçim wî bibînim. Hem me û hem zarokên me îskence dikin."

'Kurê min di bêhindan û sitandinê de zoriyan dikêşe' 

Besra diyar kir ku rewşa kurê wê her ku diçe giran dibe, di bêhin dan û sitandinê de zoriyan dikêşe û got: "Berî niha 3 mehan min kurê xwe dîtiye. Rewşa kurê min nebaşe, lê ji bo em xemgîn nebin dibêje ez başim. Lê me baş dizanin ku rewşa wî qet ne başe. Ji bo dayîkekê nexweşiyên kurê xwe vegotin pir zore. Her sanyeya min bi êşa kurê min derbas dibe. Ez ji rewşa wî gumanan dikim. Di nava şertên girtîgehê de derman kirina wan pir zore. Kurê min di nava çar dîwaran de ji bo bêhindan û sitandinê zoriyan dikêşe. Her dema ku ez bi telefonê li gel kurê xwe di peyîvim ez rewşa wî ya tendirustiyê dipirsim, lê ji bo ez xemgîn nebim ji min re dibêje ez başim. Lê rewşa wî li ber çavane."

(zt)