Ji Silopiyê 3 cenaze anîn Şirnexê
15:37
Çile
10
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyê 3 kesên di êrîşên dewletê de hatin qetilkirin ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Cenazeyê Aydin Mete, Mehmet Mete û Omer Maslum ku di êrîşên dewletê yên li navçeya silopiya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dayîn, ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Cenazeyên Aydin Mete, Mehmet Mete û Omer Maslum duh ji hêla hêzên dewletê ve ji mizgeftê hatibûn revandin. Bi boneya qedexeya li Silopiyê ji malbata Mete kesê nekarî bi cenazeyan re biçin nexweşxanê.
(ekîb/zt)
