Li Misricê çalakiya konan didome

13:54

JINHA

AMED - Meclisa Jinên BDP'ê yên Misricê di çarçoveya qampanye ya 'Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve' vedana konan didome.

Li Sêrtê Meclisa Jinên BDP'ê ya Misricê bi qampanye ya "Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve" û di çarçoveya xebatên hilbijartinan de çalakiya konvedanê ya ku atfî Rojava hatî kirin berdewam dike. Li taxa Firat Dîclayê kon ku hat vedan. Di kon de girêdayî tekoşîna jinên kurd pêşandan slaytê hat kirin. Di çalakiyê de aktîvîstên Meclisa Jinên BDP'ê ya Misricê, rêveberiyên BDP'ê yên navçeya Misricê, Namzetên Hevşaredarên BDP'ê yên Misricê Hatîce Seviptekin û Necat Yilmaz, endamên meclisa şaredariyê û gelek kes tevlî bûn. Piştî pêşandana slaytê Namzeta Hevşaredara BDP'ê ya Misricê Hatîce Seviptekin diyar kir ku gelê Rojava bi salane bê nasname dijîn û got: "Tekoşîna jin îro didin, jin gihandine astekî pir bilin." Hatîce da zanîn ku di encama tekoşîna gelê Rojava dayîn de xweseriya xwe îlan kirin, ev jî dide diyar kirin ku gelê kurd tucarî dev ji tekoşîna xwe bernedin û heta serkeftinê berxwedana xwe bidomînin.

'Dê jin dengê xwe bidin nasname, nirx û rengê xwe'

Hetîce got: "Şoreşa Rojava şareşa jinane. Li Rojava bêyî ku ferqê bexin nava jinên ciwan û pîr hemû bihevre tekoşîn dikin. Em jî di vî konî de careke dinê di kantona Cizîr, Kobanê û Efrînê de xweseriya ku hatî îlan kirin silav dikîn." Hatîce destnîşan kir ku di demek pêvajoya çareseriyê hatî despêkirin 9'ê çile de li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên hatin qetil kirin bi rêzdarî em bi bîr tînin û got: "Mîrasa ku Sarayan, Rojbînan, Bêrîtanan û Zîlanan ji mere hêlayî emê heta dawiyê berdewam bikin. Emê di riya bilind kirina tekoşîna jinan de bimeşin. Em weke jin bersiva me ya herî baş ji bo 30'ê Adarê emê dengê xwe bidin reng, nasname û nirxên xwe."

'Bi pergala hevserokatiyê re jin hêj zêdetir bi hêz bûn'

Hatîce diyar kir ku jin hatine asteke wiha xwe bi siyasetê îfade dikin, nimûneya vê ya herî baş jî pergala hevserokatiyê ye. Hatîce da zanîn ku bi pergala hevserokatiyê jin hêj zêdetir bihêz bûn û dê jin rengê xwe bidin rêveberyên herêmî. Piştî axaftinan li ser pirsgirêkên jin dijîn û çareseriya wan danusitandina ramanê di nava jinan de hat kirin. 

(zt)