ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer Ozturk di derbarê qetîlkirinina 3'ê siyasedmedarên jin ên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar ên ku li Silopiya ji aliyê dewletê ve hatin qetîl kirin şiband qetlîama Parîsê û got ku ji ber dewlet ji hêz jinê ditirse bi polîtîkayên tune kirinê berê xwe dide jinê û jin ji xwe re hedef digire.
* Hunermend Nur Sûrer diyar kir ku ew wek welatiyek tirk di nava xemgîniyek mezin de ye û ji rewşa tê jîn şerm dike û wiha got, "Hesasiyeta mirovan a herî mezin yê li hember mirî û cenazeyan e. Li ser cenaze û miriyan siyaset kirin û kesên ku xwe bi oldariyê didin nasîn û îşkence li cenaze dikin, xemgîniyek giran ser me çêdike."
* Jinên ji Amedê bi diruşma "Cenaze nayên definkirin, mirovahî dimire û dorpêça mirinê" despêkir li Bismilê hat rawestandin. Koma ji Stenbolê jî ketîn rê gihiştin Sêrtê, di ketina bajêr de hatin asteng kirin.
* Keçên Taybet Înan a ku li Silopiya hatî qetilkirin, 7 rojan cenazê wê li erdê mayî û 13 rojan jî di morgê de mayî diyar kirin ku hêzên dewletê cenazê dayîka wan ji Morga Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê revandine. Keça Taybet Meryem polîtîkaya dewletê ya li ser cenazeyan weke 'hovîtî' binavêkir û got: "Çima cara duyemîn vê hovîtiyê dikin." Azime jî wiha axivî: "Ji ber kurdbûna me dewlet êrîşî me dike. Ma gelo alîkariya dewletê wê bikare carekdinê dayîka min vegerîne?"
