Li Enqereyê namzetên hevşaredariyê yên jin ên HDP'ê hatin bahev

15:39

 


JINHA

ENQERE - Meclia Jinên BDP'ê ya Enqerê û Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin yê Enqerê Songul Erol Abdil û namzetên havşaredariyên navçeyan yên BDP'ê yên Enqerê yên jin bi boneya piştevaniyê di taştê de hatin bahev.

Di taştêya li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Taxa Nû yê ya Enqere yê hat amade kirin. Di taştê de Meclisa Jinên BDP'ê ya Enqer ê, Namzeta Hevşaredariya HDP'ê ya Bajarê Mezin yê Enqere yê, namzetên hevşaredarên jin yên navçeyên Enqereyê yên BDP'ê û rêveberên Navçeya Taxa Nû ya BDP'ê bi armanca piştevaniyê hatin ba hev. Bi navê Meclisa Jinên BDP'ê  Şengul Demir axaftinek kin kir. Şengul diyar kir ku ew bi biryarin ku di Enqerê de xebatên hilbijartinan bi rêve bibin.

'Girêdayî jinan polîtîqaya me nîşandan nîne'

Şengul da zanîn ku heger bajar ji aliyê jinan ve bê rêvebirin tê wateya carekîdin bi navê mirovahiyê ava kirina bajaran û divê bi vî ruhî giringî bê dayîna xebatan. Namzeta Hevşaredara BDP'ê ya Bajarê Mezin yê Enqerê Songul Erol Abdil jî destnîşan kir ku li Tirkiye yê polîtîqaya jinên BDP û HDP'ê hatiye ava kirin û got: "Armanca me ya ava kirina polîtîqaya jinan weke ya AKP, CHP û partiyên dinê polîtîqaya nîşandanê nîne. Em îro dibînin ku li Enqereyê di partiyên pergalê de namzetên şaredariyê yên jin nîne. Emê polîtîqaya jinên HDP'ê ava bikin û gavên seqlem bavêjin. Nimûneya vê ya herî xweşik jî sîstema hevserokatiyê ye. Ev dibe ku di cîhanê de mînaka yekê ye. HDP'ê bi vê re gava yekê avêt. Ev dê ji bo HDP'ê bibe vebûnekî nû. Girêdayî jinan polîtîqa û projeyên me hene."

(zt)