'Serkeftinên jinê kurd dê bibe modela hemû cîhanê'

15:40

Zehra DOGAN / JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên şaredariyên BDP'ê yên jin bi angaşteke mezin ber bi helbijartinên herêmi yên 30'ê Adarê ve ketin rê. Namzetên jin soza bi hilbijartinên herêmî re îmza bavêjin binê gelek serkeftinan û jiyana azad ava bikin dan. Namzeta Şaredariya Navçeya Elbakê ya BDP'ê a Wanê Aynur Tarhan, Namzeta Hevşaredariya BDP'ê ya Navçeya Norşînê ya Bedlisê Nazîme Avras û Namzeta Hevşaredariya Navçeya Şemrexê ya Mêrdînê Nejla Yildirim diyar kirin ku serkeftinên jinên kurd yên de pergala hevserokatiyê de dê bibin modela hemû cîhanê û dê di hilbijartinan de îmza bavêjin binê gelek projeyan.

Bi hilbijartinên herêmi yên di 30'ê Adarê de bi pergala hevşarederiyê jin di riya navê xwe li dîrokê binivîsin de di meşin. Namzeta Hevşaredariya Navçeya Elbakê ya Wanê ya BDP'ê Aynur Tarhan diyar kir ku pergala herşaredariyê di çarçoveya helbijartinên herêmî de dê modeleke giring ava bikin û got: "Emê di hilbijartinên herêmî de rengê xwe yê jinan derxînin pêş. Bi pergala hevserokatiyê em jinên kurd emê modeleke gerdunî ava bikin. Hem di nava siyasetê de û hem jî di hilbijartinên herêmî de emê ji xebat û tecrubeyên xwe mînak bigirin."

'Aynur Tarhan: Emê îmza bavêjin binê serkeftinên xwe yên giring'
 
Aynur da zanîn ku dê weke jin îmza bavêjin binê serkeftinên xwe yên giring û got: "Armanca me ne tenê jin di siyasetê de cîh bigirin, her wiha jin di hemû herêmên jiyanê de cîh bigirin. Me sitarta xwe ya hilbijartinan di daxwiyannameya xwe de diyar kir. Di vê hilbijartinê de li gorî daxwiyannameyê weke jinên kurd serkeftinên ku me dane pêşiya xwe me bi raya giştî re parve kir. Emê êdî dest bi xebatên xwe bikin. Jinên kurd çawan biserdikevin û rêveberiyekî hevbeş dikin emê nîşanî dunyayê bidin."

Nazîme Avras: Divê jin di hemû qadên jiyanê debin
 
Namzeta Hevşaredara BDP'ê ya Navçeya Norşînê ya Betlisê Nazîme Avras jî destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê di serî de ji bo jinan û hemû civakê giringe. Nazime diyar kir ku ew dê pergala hevşaredariyê û rêveberiya hevbeş biparêzin û got: "Em sipasiyên xwe ji bo Birêz Abdulah Ocalan dişînin. Ji ber pêşengî ji jinên kurd re kiriye û jin şanazê hevserokatiyê dîtiye. Em jin şanazê pergala hevserokatiyêne. Divê reng û vîna jinan di hemû navendên jiyanê de bên dîtin. Heta jinên ku di koşeyên herî dur de jî runiştine emê bînin û tevlî tekoşîna siyasî bikin. Heta jin azad nebin civak azad nabe. Dê weke her demê jinên kurd fedekariya xwe nîşan bidin."

Necla Yildirim: Emê jiyaneke azad ava bikin
  
Namzeta Hevşaredara Navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ya BDP'ê Nejla Yildirim da zanîn ku wê di bin şemsiya BDP'ê de dest bi xebatan kiriye û got: "Li gora min ferqa jin û mêran nîne. Heger em bi hev re di jîn wê demê em şaredariyê jî bi hev re rêve bibin. Emê xebat û fikrên xwe bi hevre parve bikin. Jiyan parvekirine. Heger ev bê têgihiştin dê paradîgmaya Serokatiyê jî têkeve jiyanê. Kengê pergala deshilatiyê bi tevahî hat hilweşandin wê demê dê jiyan xweşik bibe û emê rengê xwe bidin jiyanê. Ji niha û pêde ez bawerim ku emê jin rengê xwe bidin Şemrexê. Em jin bi xwe û rêxistna xwe bawerin. Emê niha jiyaneke azad ava bikin."

(zt)