'Pêkanînên lihember cenazeyan tê kirin hovîti ye'

13:19

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyê Taybet Înan û tiyê wê Yusuf Înan ku hatibûn revandi, bi awayek bêdeng spartin axê. Kurê Taybet Înan, Mehmet Înan diyar kir ku destûr nehatiye dayîn tev li cenazeyê diya xwe bibe û ev yek wekî hovîtî bi nav kir.

Li navçeya Silopiya Şirnexê di encama êrîşên tevkujiyê yên dewletê de Taybet Înan û tiyê wê Yusuf Înan hatibûn qetilkirin û cenazeyê wan hefteyekê li kolanê hatibû rawestandin. Cenazeyên ji bo otopsiyê biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê duh ji hêla hêzên dewletê ve hatibû revandin. Hate zanîn ku cenaze duh li Goristana Taxa Yenîşehîrê bi awayek bêdeng hatine definkirin. Kurê Taybet Înan, Mehmet Înan bertekên tund nîşanî pêkanînên li hemberî cenazeyan da û wiha got: "Em bi pêkanînek din a Newala Qesaban re rû bi rû ne. Ev hovîtî ye. Hem kurdan qetil dikin û hem jî ji bo cenazeyên me bêîtîbar bikin çi ji destê wan tê dikin."

'Em vê hovîtîyê qebûl nakin'

Mehmet anî ziman ku destûr nehatiye dayîn ew tevlî merasîma definkirina cenazeyê diya xwe bibe û wiha pêde çû: "Meleyek girtine cem xwe û bi 8 kesan re defin kirin. Min xwest ez jî biçim lê destûr nedan. Li cîhanê hovîtiyek wiha nehatiye dîtin. Cîhan li hemberî vê hovîtî û barbariyê bêdeng e. Em vê hovîtiya li hemberî cenazeyên me tê kirin qebûl nakin."

(ekîb/zt)